?>

Xetîbzade: Embarkirina nemirovane ya ya vaksînan ji aliyê welatên Rojavayî dabînkirina vaksînên biyanî pir dijwar kiriye

Xetîbzade: Embarkirina nemirovane ya ya vaksînan ji aliyê welatên Rojavayî dabînkirina vaksînên biyanî pir dijwar kiriye

Berdevkê Wezareta Derve ya Komara Îslamî ya Îranê tekez kir, Embarkirina nemirovane ya ya vaksînan ji aliyê welatên Rojavayî dabînkirina vaksînên biyanî pir dijwar kiriye.

ABNA24 : Berdevkê Wezareta Derve ya Komara Îslamî ya Îranê Seîd Xetîbzade îro diyar kir ku kirîna vaksîna Koronayê ya biyanî ji aliyê Îranê berdewam dike û got: Ji ber kêmbûna giran a vaksînên li bazara cîhanî, dabînkirina vaksînên ji derve pir dijwar û tevlihev e, nemaze ji ber ku em bi vîrusa sizayên boykotan re jî rû bi rû ne.

Xetîbazade wiha got: "Amerîka îdia dike ku bazirganiya mirovheziyê nehatiye boykotkirin û bi taybetî vaksîn, eva derewek eşkere ye."

Berdevkê Wezareta Derve ya Komara Îslamî ya Îranê derbarê rola Wezareta Karên Derve di dabînkirina vaksînên biyanî de got: "Ji rojên yekem ên vê êpîdemiya cîhanî ve, Wezareta Karên Derve ji bo xwe û hemî balyozxanên xwe li çar aliyê cîhanê wezîfeyek taybetî diyar kir."

Xetîbazade her wiha got: Ji ber hewldanên hevkarên me, di du hefteyên dawî de me gelek vaksîn anîn welêt  û ev kar berdewam kir û ev rewş dê di hefteyên pêş de jî berdewam bike.

Wekî Xetîbzade dibêje: Ji bo domandina vê pêvajoyê, em bi Wezareta Tenduristiyê re hevahengiyê dikin da ku li ser hewcedariyên ku tên ragihandin emê têkoşîna xwe berdewam bikin.

Hevdem digel dayîna destûrnamên bikaranîna du vaksînên Coronayê yên îranî (Kovo Iran Barakat û Pastokovok) û hilberîna vaksîna Sputnik a Rûsî li Îranê, vaksîn ji çavkaniyên biyanî jî tê kirîn.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*