?>

Xetîbzade: Standina mafên Fîlîstîn berpirsiyariyeke cîhanî ye

Xetîbzade: Standina mafên Fîlîstîn berpirsiyariyeke cîhanî ye

Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê bi weşandina daxuyaniyekê tekez kir: Standina mafên Fîlîstîn ne tenê pirsgirêkek Erebî-Îslamî ye, lê berpirsiyariyeke cîhanî ye û Komara Îslamî ya Îranê digel neteweyên îslamî û hemî neteweyên azad ên cîhanê yên ku sozdar û pabendê parastina mezlûm in, hertim li kêleka gelê qehreman ê Filistînê ne.

ABNA24 : Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê Seîd Xetîbzade daxuyaniyek ku bi Erebî berî civîna çapemeniyê hate xwendin êrîşên hovane yên Rejîma Siyonîst ser Xezayê şermezar kir û qonaxa nû ya destdirêjiya hovane ya rejîma Îsraîlê dijî gelê bêparastin ê Filistîn û Zîvala Xezayê ku bû sedema şehîdbûna bi dehan sivîlan, jin û zarok jî tê de û rûxandina gelek avahî û xaniyên niştecihan, binpêkirinek eşkere ya mafên mirovan, hiqûqa mirovahî û hiqûqa navneteweyî ye. û eva tê şemezarkirin.

Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê herwiha got: Em bang li netewe, rêxistin û hukûmetên Misilman, bi taybetî Rêxistina Hevkariya Îslamî dikin ku digel gelê bindest û bêparastin ê Filistînê di eniyek yekbûyî de li dijî êrişên eşkere û kiryarên terorîstî yên artêşa siyonîst bisekinin. Komara Îslamî ya Îranê bawer e ku kiryarên cinayetkarane yên rejîma dagîrkerê Qudsê cinayetek e dijî mirovahiyê û divê wekî jenosîd û tawanek li dijî mirovahiyê were nas kirin.

Xetîbzade got ku em ji Konseya Ewlekariyê ya Navneteweyî dixwazin erk û peywira xwe ya zatî bi cih bîne û anîna zorê ser Rejîma sexte ya siyonîstî wê neçar bike ku cinayetên xwe  û kiryarên xwe yên terorîstî li dijî gelê Filistînê bi dawî bîne û mafên gelê mezlûm ê filistînî ji viya zêde binpê neke.

Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê her wiha got: Çareseriya tenê ya adil a pirsgirêka Filistînê ev e ku li gorî mafê çarenûsiyê referandûmek bi beşdariya hemî nişteciyên rastîn ên wekî Fîlîstînî, Misilman, Xiristiyan û Cihûyên pêk were.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*