?>

Xizmê Erdogan ji ber bêrêziya li wî hat girtin

Xizmê Erdogan ji ber bêrêziya li wî hat girtin

Xizmekî Erdogan ku ji wî ra gotibû 'dîn û îmana te tune', hat girtin.

ABNA24 : Li gorî rapora Kurd Pressê, Yehya Bîrînçî ji xizmên Receb Teyib Erdogan ku dih xitabî gotinên tund anîbûn ziman, li mala xwe li Skodara Stenbolê hat girtin.

Li gorî rapora rojnameya Cumhuriyetê, Yehya Bîrînçî birayê jina Mistefa Erdogan, birayê serokomarê Tirkiyê, di weşana zindî ya toreke civakî, tevî piştgiriya ji Sedat Peker serokê Mafyayê, ji ERdogan ra got: Êdî şerefek ji vê hikûmetê ra nemaye. Êdî kêr gihîştiye hêstî. Bihêlin bila bên min bigirin. Erdogan! Ma dîn û îmana te tune? Xwedayê te tune? Pirtûka Quranê tune?..."

Dema ku mixatebekî jê ra nivîsî: "Ew ê bê û te bigirin..", wî got: "Ez jî li benda vê yekê me...Bihêlin bila bên min bigirin, em du gotinan bêjin...derdora Erdogan tijî merivên xayîn e...Min jê ra name şand, lê nedane wî û ev name hema wisa li cem min  mane. Gel serê axir dê di hilbijartinê da dengê xwe bide, helbet heke ew rê bidin ku dengê kesî derkeve. Wisa ku pêş da diçe, ew ê heta wê demê dengê gel di gewriya wan da bifetisînin."

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*