?>

Xurtkirina peywendîyên digel welatên cînar, ewlewîyeta karê Serokê Herêma Kurdistana Iraqê

Xurtkirina peywendîyên digel welatên cînar, ewlewîyeta karê Serokê Herêma Kurdistana Iraqê

Serokê nû yê Herêma Kurdistana Iraqê di merasima sondxwarinê da, tifaqa navxweyî, dûrketina ji gêreyê û xurtkirina peywendîyên digel welatên cînar û Bexdayê wekî ewlewîyetên karê xwe di çar salên bê da zanîn.

(ABNA24.com) Serokê nû yê Herêma Kurdistana Iraqê di merasima sondxwarinê da, tifaqa navxweyî, dûrketina ji gêreyê û xurtkirina peywendîyên digel welatên cînar û Bexdayê wekî ewlewîyetên karê xwe di çar salên bê da zanîn.

Nêçîrvan Barzanî ku îro wekî duyemîn Serokê Herêma Kurdistana Iraqê piştî Mesûd Barzanî sond xwar, amajeyî şerûtîyên Seddam ên dijî gelên Iraq, Îran û Kuweytê kir û got: Şerxwaz tu wexta fikir nakin ku agirê wan şeran dê wan xwe jî bişewitîne, ser vî esasî, sîyaseta Herêma Kurdistanê li navçê dûrketina ji her cure gêre û şerekî ye û vê yekê dike bingeha sîyaseta xwe ya derve.

Serokê Herêma Kurdistana Iraqê herwiha peywendîyên Hewlêr û Bexdayê girîng zanîn û ragihand: Di vê dewrê da yê hewil bê dayînê ku hemî nakokîyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de anegorî destûra bingehîn a Iraqê bêne çareserkirinê.

Di vê merasimê de 1200 kesayetên sîyasî û dîplomatîk ji wan Sefîrê Komara Islamî ya Îranê li Iraqê, Serokomarê Iraqê Berhem Salih û Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê Mewlûd Çavûşoglu pişkdar bûn.

Nêçîrvan Barzanî di meha buhurî de karî bi 68 deng ji 81 parlimanteran weke Serokê Herêma Kurdistana Iraqê were bijartinê.




/129


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*