?>

Xwenîşandana xelkê Lubnanê li dijî plana emerîkî-siyonîstî ya Danûstandina Serdemê

Xwenîşandana xelkê Lubnanê li dijî plana emerîkî-siyonîstî ya Danûstandina Serdemê

Hejmarek ji xelkê Lubnanê bona protestokirina plana emerîkî-siyonîstî ya Danûstandina Serdemê li ber balyozxana Emerîkayê li Beyrûtê xwenîşandan bi rê xistin.

ABNA: xelkê Lubnanê bi kombûna li derdora balyozxana Emerîkayê li Beyrûta, paytexta vî welatî, kiryara Emerîkayê ya nimandina plana Danûstandina Serdemê şermezar kir û bi hin sloganên li dijî Emerîkayê û Îsraîlê, kiryarên li dijî filistînî yên wan şermezar kirin.

 Rayedar û tevgerên curbicur ên Lubnanê jî li rojên buhurî dijberiya  xwe li hember plana  Danûstandina Serdemê raghandin.

 Serokomarê Amerîkayê Donald Trump roja sêşemê li cem serokwezîrê Rejîma Siyonîstî Benyamîn Netanyahu li Koşka Sipî hûrgiliyên pana xwe ya bi navê  “Danûstandina Sedsalê” ku planeke tam li dijî mafên filistîniyan e eşkera kir. Ev plana Trump bi hevkariya hin welatên erebî yên wekî Erebistan, Behreyn û Îmaretê amade bûye û bi rê ve diçe.

Li gor vê planê Quds bitûm pêşkêşî Rejîma Îsraîlê bûye û Mafê berxwedanê û vegerîna awareyên filistînî bo malên xwe tam ji filistîniyan hatiye standin û bajarokên siyonîstan di nav axa Filistîniyan dimînin û ew ser axa dagîrbûyî zêde dibin û Filstînî bi tenê li erdên din ên mayî li qiraxa rojava Çemê Urdinê û Zîvala Xezê dikare pêk were.

Gelek ji welatên cîhanê û rêxistinên navneteweyî û rayedarên siyasî û olî yên misilmanan ev plana qirêj şermezar kirin.Amerîka bi planên wiha eşkera kir ku piştgirê sereke yê cinayetên siyonîstan e.

.............
340


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*