?>

Xwenîşandanên dijî êrişa Tirkîyê ser bakura Sûrîyê li Îran û Herêma Kurdistana Iraqê

Xwenîşandanên dijî êrişa Tirkîyê ser bakura Sûrîyê li Îran û Herêma Kurdistana Iraqê

Di 24 sietên buhurî de li hin şarên Îranê û Herêma Kurdistana Iraqê xwenîşandan dijî êrişa zorbêjane ya Artêşa Tirkîyê ser bakura Sûrîyê hatin lidarxistinê.

ABNA: Duh danê êvarê li Têhranê hejmareke nerazîyên himberî êrişa Tirkîyê ser Kurdên Sûrîyê li ber balyozxana Tirkîyê kom bûn û nerazîbûna xwe himberî dagirkerîya Tirkîyê li bakura Sûrîyê nîşan dan.

Bilî wê, li şarên Kurdnişîn ên Îranê ji wan Kirmanşan, Sine û Merîvanê jî gel daket kolanan û bi durişman nerazîbûna xwe himberî dagirkerîya Tirkîyê li bakur û rojhilata Sûrîyê nîşan da.

Li Hewlêr, Duhok, Silêmanî, Zaxo û çend şarên din ên Herêma Kurdistanê jî gel daket kolanan û dagirkerîya Tirkîyê li bakura Sûrîyê ku di encamê de bi dehan kes hatine kuştinê û birîndar bûne û bi hezaran kes ji Kurdên Sûrîyê aware bûne şermezar kirin.

Li bajarê Hewlêrê, hejmarek welatîyan ku piraniya wan xelkê Kurdistana Sûrîyê bûn, li ber baregeha sereke ya Netewên Yekgirtî kom bûn û nerazîbûna xwe li hember êrîşa Tirkiyê ya li ser wê herêmê nîşan dan.

Herwiha li Silêmaniyê jî bi sedan kesî li cadeya Salim a vî bajarî xwepêşandanek ji bo şermezarkirina êrîşa ser Kurdistana Sûrîyê lidar xistin.

Li dehan bajarên Ewropayê, di nav de Hamburg, Essen, Viyena û Barselonayê jî, xwepêşandan hatin lidarxistin. Di xwepêşandanan de, êrîşa Tirkiyê hat protestokirin û xwepêşanderan ji civaka navdewletî xwestin ku rê li ber êrîşê bigirin û Kurdên Sûrîyê biparêzin.

..........
340


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*