?>

Yekem gotûbêja wezîrên derve yên Imarat û Rejîma Siyonîst

Yekem gotûbêja wezîrên derve yên Imarat û Rejîma Siyonîst

Medyayên erebî qala gotûbêja telefonî ya wezîrê derve yê Imaratê bi wezîrê derve yê nû yê Rejîma Siyonîst kir.

ABNA24 : Medyayên erebî berbanga îro Sêşemiyê ragihand: Ebdullah Bin Zayîd Alê Nehyan wezîrê derve yê Imaratê digel Yayîr Lapîd wezîrê derve yê nû yê Rejîma Siyonîst bi riya telefonê axiviye.

Wezareta derve ya Imaratê bi daxuyaniyekê ragihand: Ebdullah bin Zayîd di vê gotûbêja telefonî da posta nû ya Lapîd wek wezîrê derve yê Rejîma Siyonîst pîroz kiriye û bi wî ra dervarê hevkariyên dualî û lihevkirinên Abraham axiviye.

Lapîd jî di twitterê da nivîsî: Ez kêfxweş im ku min bi Ebdullah bin Zayîd ra gotûbêj kir û em bi meyl û meraq li benda hevkariya bi wî ra jibo pêkanîna pêwendiyên germm ên dualî me.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*