?>

Yewnanîstan: Tirkiye ji bo bêîstîqrarkirina welatên din çete û kirêgirtiyan bikar tîne

Yewnanîstan: Tirkiye ji bo bêîstîqrarkirina welatên din çete û kirêgirtiyan bikar tîne

Berdevkê Wezareta Derve ya Yewnanîstanê duh Yekşemê diyar kir ku Tirkiye bi karanîna hêz û kirêgirtiyên xwe welatên din aloz û tevlîhev dike.

ABNA24 : Li gorî Klûba Rojnamevanên Ciwan a Îranê, "Alexandros Papaioannou", Alexandros Papaioannou di daxuyaniyekê de diyar kir ku Tirkiye bi neqanûnî axa welatên din dagir dike û hêz û çeteyên xwe li wan welatan bi cih dike û wan welatan ber bi bê ewlehî û bê îstiqrariyê dibe.

Berdevkê Wezareta Derve ya Yewnanîstanê her wiha got: Tirkiye ji bo ku binpêkirina xwe ya domdar bi taybet derbarê binpêkirina hiqûq û qanûnên navneteweyî veşêre,  hewl dide ku rastiyê berovajî bike û rûyê xwe yê kirêt di nav dûman û tarîtiyê vêşêre.

Wezîrê Karên Derve yê Yewnanîstanê Nikos Dendias jî herî dawî diyar kir ku Tirkiye bi pêşandana karîna hêza xwe ya deryayî bi taytbet li Deryaya Navîn armancên xwe yên siyaseta derve dişopîne û got ku pêşvexistina dîplomasiyê bi pêşandana şiyana hêza deryayî taktîk û şêwazeke derbasbûyî ye.

Dendias her wiha diyar kir ku ger Tirkiye polîtîkayên xwe yên li herêmê bidomîne dê bi cezayên YE re rû bi rû bimîne

Yewnanîstan, digel Fransayê û hin welatên din ên Ewropî, dibêjin ku kiryarên Tirkîyê neqanûnî ne û ev kiryar dibin sedema aloziyê li herêmê û Enqere derheq encamên wê hişyar kir.

Lêbelê, Tirkiye îdia dike ku ew tenê mafên xwe li Deryaya Spî dişopîne.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*