?>

YE'yê ji ber plana amerîkî ya Danuistandina Sedsalê rexne kir

YE'yê ji ber plana amerîkî ya Danuistandina Sedsalê rexne kir

Berpirsê Sîyaseta Derve ya YE'yê di daxûyanîyekê de ragihand ku plana Danuistandina Sedsalê berovajî pîvan û rêkevtinên navnetewî ye.

ABNA: Jozêf Borril Berpirsê Sîyaseta Derve ya YE'yê di daxûyanîyekê de ragihand ku ew yekitîya serwerîya Israyîlê li erdên di sala 1967`ê de hatine dagirkirinê bi fermî nas nake.

Borril pêgirî kir: Derbarê rewşa teqil a meseleyên têkildarî plana Danuistandina Sedsalê divê bi muzakireya rasterast a her du alîyan biryar bê dayînê.

YE'yê berî vîya jî neyarîya xwe ya zelal himberî kiryarên Israyîlê yên berfirekirina bajarokan li erdên dagirbûyî ragihandibû.

Serokomarê Amerîkayê Donald Trump Sêşema heftîya buhurî digel Benyamîn Natanyahû Serokwezîrê rêjîma Israyîlê plana nijadperestane ya Danuistandina Sedsalê nimand.

...........
340


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*