?>

YNK ji ber cihnehatina rêketinameyên digel PDK nerazî ye

YNK ji ber cihnehatina rêketinameyên digel PDK nerazî ye

Berdevkê Yekitîya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) ragihand ku ew partîya ji ber cihnehatina rêkevtinên digel Partîya Dêmokirat a Kurdistanê (PDK) nerazî ye.

ABNA: Ligorî rapora Kanala Rûdawê, Berdevkê Yekitîya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK)  Letîf Şêx Umer di civîneke çapemenîyê de ragihand ku tu yek ji rêkevtinên di navbera YNK û PDK da cih nehatîye û ew yeka bûye sedema nerazîbûna YNK û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî ji vê yekê hatîye agahdarkirin.

Berdevkê YNK pêgirî ser pêbendîya vê partîyê ser parastina yekitî û hevgirtinê li Herêma Kurdistanê û girtina pêşîya gêreyê kir û got ku têkilîya di navbera PDK û YNK de bingeha yekitîyê li Herêma Kurdistanê ye û hevpeymanî û têkilîyeke baş jî di navbera van du partîyana û partîyên din ên Herêma Kurdistanê da heye û ew têkilîya garantora parastina berjewendîyên Herêma Kurdistanê û gelê wê bûye.

Wî hişyarî da ku di qonaxa nika de, Herêma Kurdistanê hewcedarê yekitîya navxweyî jibo sekinîna himberî gefên derveyî ye û ragihand ku rêkevtinên di navbera YNK û PDK da sîyasî ne û pişkdarîya sîyasî ya beranber pêwîstîya cihanîna wan û ligorî bawera YNK ew rêkevtin û pişkdarîya sîyasî ya wê partîyê di desthilatê de cih nehatîye.

Letîf Şêx Umer herwiha got ku tevî rêkevtina PDK  ûYNK têkildarî kivşkirina endamekî pillebilind ê YNK jibo Parêzgarîya Kerkûkê bi rêya dengên Kurdan di Civata Parêzgeha Kerkûkê de ku Kurd pirranîya wê pêk tînin, hîç pişkeke wê rêkevtinê cih nehatîye û wer xûya dike bi biryara Parlimana Iraqê ya hilweşandina Civatên Parêzgehan, idî derfetek jibo vê babeta girîng nemaye û di vê navberê de gelê Kerkûkê û Herêma Kurdistanê zirarê dibîne.

Berdevkê Yekitîya Niştîmanî ya Kurdistanê pêgirî kir ku wê partîyê jibo avakirina kabîneyeke xurt û seranserî û hevgirtî li Herêma Kurdistanê û jibo jinavbirina dûhatên duîdaretîyê ya ji dêstî hatîye kirîye lê helwestên PDK yên cihneanîna rêkevtinên digel YNK, berovajî wan hewildanên YNK ne.

.........
340


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*