?>

Zarîf di hevdîtina Nêçîrvan Barzanî de: Em ji ber êrişên ser Hewlêrê dilgiran in

Zarîf di hevdîtina Nêçîrvan Barzanî de: Em ji ber êrişên ser Hewlêrê dilgiran in

Wezîrê derve yê Îranê Muhemed Cewad Zerîf li Hewlêrê bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re civiya û di vê hevdîtinê de got :“Em ji ber êrişên ser Hewlêrê dilgiran in.”

ABNA24 : Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zarîf kir. Di nava şanda Zerîf de, balyozê Îranê li Îraqê Îrec Mescîdî, konsolê Îranê li Hewlêrê Reşnûdî û Konsûlê Silêmanyê Mehdî Şûşterî hebûn.

Serokê Herêma Kurdistanê di civînê de behsa pêwendiyên dîrokî yên Herêma Kurdistanê û Îranê kir û diyar kir ku di rojên zehmet de Îranê piştgirya Herêma Kurdistanê kiriye û got: Li gorî berjewendîyên hevpar di warê aştî û aramîyê de Herêma Kurdistanê dê bi Îranê re di nav têkiliyên cîrantiyek baş de bibe.”

Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê tekez kir ku Îran dixwaze pêwendiyên xwe yên dîrokî digel herêma Kurdistanê baştir bike.

Zerîf, ji ber êrişên roketî yên vê dawiyê dijî Hewlêrê, dilgiraniya xwe anî ziman û got: “Îran îstîqrar û aramiya heremê dixwaze. Îstîqrar û têkîliyên aborî di berjewendiya herdû aliyan de ye.”

Herwiha di vê hevdîtinê de li ser rewşa giştî ya Iraqê, têkoşîna li dijî DAIŞê û hebûna hêzên hevpeymaniyê, Peymana Şengalê ya di navbera Hewlêr û Bexdayê, têkiliyên bazirganî yên dualî û bazirganiya sînor û têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê hatin gotûbêj kirin.

Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zarîf îro gihîşt Hewlêrê û bi Serokê PDKê Mesûd Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî re hevdîtin pêk anîn.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*