?>

Zêdebûna Hejmara tûşbûyiyên Koronayê li Herêma Kurdistanê

Zêdebûna Hejmara tûşbûyiyên Koronayê li Herêma Kurdistanê

Wezareta tenduristiya Herêma Kurdistanê ragihand ku hejmara tûşbûyiyên Koronayê li vê Herêmê zêde bûne û bi tenê li 24 saetên bihûrî têsta Koronayê ya 9 kesên din pozîtîf derket. Ji ber vîîiya Dewleta Herêmê betlaneya fermanberên Herêmê dirêj kir.

ABNA: Wezareta tenduristiya Herêma Kurdistanê ragihand, di heyama 24 saetên borî de 521 têstên Koronayê hatine kirin.

Li gorî agahiyên wezareta tenduristiyê, têsta 9 kesan pozîtîf derket ku 8 ji wan li Hewlêrê ne û yek jî li Helebcê ye.

Wezaretê daye zanîn, 1422 kes di kerentînê de ne ku 425 kes li Hewlêrê ne.

Li gorî amarên wezareta tenduristiyê, hejmara kesên ku li Herêma Kurdistanê bi nexweşiya Koronayê ketine, gihîşt 122 kesan ku 51 jê baş bûne û 2 kes mirine.

 Di vê Rewşê de berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr. Cotiyar Adil aşkere kir betlaneya fermanberên Herêma Kurdistanê hatiye dirêjkirin.

Êvara duh şemiyê Dr. Cotiyar Adil di daxuyaniyeke nivîskî de aşkere kir ji ber rêlibergirtina vayrusa Koronayê rojên betlaneyan yê hemû wezaret û desteyên fermange û dezgehên hikûmî yên Herêma Kurdistanê û zanko, dibistan ji roja 29.03. 2020 heta roja pêncşemê 16.04.2020an hatiye dirêjkirin.

Herwiha Dr. Cotiyar Adil da zanîn wê hêzên emnî û karmendên Wezareta Tendirustiyê û Wezareta Xizmetguzarî û Hatûçûnê berdewam bin li ser erkên xwe bi armanca parastina xelkê ji vayrusa Koronayê.

............
340


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*