?>

Zêdebûna qurbaniyên Koronayê li Tirkiyê- 223 kesên din jî mirine

Zêdebûna qurbaniyên Koronayê li Tirkiyê- 223 kesên din jî mirine

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 saetên dawîn de 10 hezar û 512 pêketiyên nû yên vîrusa Koronayê hatin tomarkirin û herwiha 223 kes jî bi Koronayê mirine.

ABNA24 : Roja yekşemê 16.05.2021ê Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên nû yên Koronayê aşkere kir.  Ligor amarên Wezareta Tendirustiya Tirkiyê di nava 24 saetên dawîn de 10 hezar û 512 kesên din bi Koronayê ketine û 223 kes ji pêketiyên Koronayê li Tirkiyê canê xwe ji dest dane.

Herwiha 14 hezar û 418 nexweşên Koronayê jî di nava 24 saeên borî de baş bûne.

Heta niha li Tirkiyê kesên ku bi vîrusa COVID-19 ketine, gihîştiye 5 milyon û 117 hezar û 374 kesan û 44 hezar û 760 kesan jî canê xwe ji dest dane,

Herwiha heta niha 4 milyon û 947 hezar û 256 kes jî ji vîrusê baş bûne.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*