Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê got:"Amerîka nikare vegere peymana navokî berî ku sizayên li dijî Îranê bi tevahî rakin, ji ber ku eva Amerîka bû ku Lihevkirina Navokî bin pê kiriye."
ABNA24 : Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê Mihemed Cewad Zerîf îro Yekşemê ji Îran Press re got: "Tiştek di sîyaseta Amerîka de neguheriye û Biden tenê îdiayek kir, me heft serokên Amerîkî dîtin û pirsgirêk ev e ku Amerîka di anîna ceza de edet kiriye, lê ev siyaset Îranê naxapîne."
Zerîf herwiha got: "Amerîkî dixwazin ji rêkeftina navokî wêdetir biçin, lê ti danûstandinek çênabe, jiber ku ev rêkeftin mayinde ye."
Wezîrê Karên Derve yê Îranê ragihand: "Sizdan ne amûrek qebûlkirî ye û di bingehê de tu ciheke xwe di nav Rêkeftina Navokî de tine, çima behs li ser rêbaza emrazê ji bo sepandina sizayan dibe, dema ku ew berovajî biryara 2231 e."
342/