?>

Zerîf: Berdewamkirina sizayên Trump wek darê destan ji hêla rêveberiya Biden ve nayê qebûl kirin

Zerîf: Berdewamkirina sizayên Trump wek darê destan ji hêla rêveberiya Biden ve nayê qebûl kirin

Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê Mihemed Cewad Zerîf got: Berdewamkirina sizayên neqanûnî û nemirovane yên Trump wek darê destan ji hêla rêveberiya Biden ve nayê qebûl kirin.

ABNA24 : Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranêêvara borî li gotûbêja telefonî bi berpirsê siyaseta derve ya Yekîtiya Ewropayê(YE) Joseph Borrell re hewldanên Borrell û hevkarên wî bi nirx dan zanî û sipasiya wan kir û domandina terorîzma aborî ya Amerîkayê di pênc mehên çûyî de û domandina binpêkirina pêsparteyên vî welatî derheq Rêkeftina Navokî bi şidet rexne kir.

Zerîf tekez kir ku domandina sizayên neqanûnî û nemirovane yên Trump wekî darê destan ji aliye rêveberiya Biden ve nayê pejirandin û guherînek bingehîn di vê rêgezê de wekî şertê pidivî ji bo serkeftina danûstandinên Viyenayê biryarek siyasî ye ku divê serokê Amerîkayê bide.

Tûra çaremîn a rûniştina Komîsyona Hevpar a Rêkeftina Navokî bi beşdariya şandên Îran û koma 4 + 1 (Almanya, Fransa, Çîn, Rûsya û Brîtanyayê) êvara Çarşemê li Grand Otêla Viyena bi dawî bû. Di vê rûniştinê de serokên şandên welatên hanê pêşkeftinên di warê danûstandinan li dewra çaremîn de hilkolandin û derbarê qetandina riya pêşberî xwe ji bo lihevkirinê gotûbêj kirin.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*