?>

Zerîf: Berteka hin welatên erebî bo Danûstandina Sedsalê serşûrî bû

Zerîf: Berteka hin welatên erebî bo Danûstandina Sedsalê serşûrî bû

Wezîrê karên derve yê Îranê tevî diyarkirina mixabiniya xwe ji beşdariya nûnerên Oman, Imarat û Behrêynê di merasima nimandina plana dijî Filistînê ya Danûstandina Sedsalê li Amerîkayê destnîşan kir: Berteka hin welatên erebî derbarê vê planê, serşûrî û qirêj bû.

ABNA: Donald Trumopê serokomarê Amerîkayê vê dawiyê plana xwe ya qaşo aştiyê ya bi navê Danûstandina Sedsalê da nimandin.

Mihemed Cewad Zerîf, Wezîrê karên derve yê Îranê roja Duşemiyê li Zanîngeha Fermandetî û Erkantiya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê (Dafos) li Têhranê bi gotina vêya ku plana Trump asta herî jor a xwestekên Rêjîma Siyonîst e, her wiha got: Berteka hin welatên erebî nîşana vê rastiyê ye ku ewna heta li hemberî xwestekên Rêjîma Siyonîst nikarin li ber xwe bidin.

Zerîf tevî amajeya bi komploya Rêjîma Siyonîst û Amerîkayê jibo nasandina Îranê wek gefa sereke li navçeya Rojavaya Asyayê, got: Plana nehs a Danûstandina Sedsalê, pîlana nîşandana Îranê wek dijmin berovajî dike.

Pîlana amerîkî ya Danûstandina Sedsalê, pêkhatî ji xistina tam a Quds û bajarokên heyî li Kêleka Rojavayî ya Çemê Urdinê ser Rêjîma Siyonîst û berçavnegirtina mafê vegerê yê awareyên filsitînî ye.

Hemî kom û tevgerên filistînî dijayetiya xwe ya aşkira digel vê pîlanê ragihandin.

Komara Îslamî ya Îranê jî tevî şermezarkirina vê pîkana siyonîsîtî-amerîkî, ragihand: Têhran amadeyî hevkariya tev welatên navçeyê jibo sekinîna dijî vê komploya mezin e ku gefek dijî Umeta Îslamî ye.

...........
340


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*