?>

Zerîf bi Papa Francis re civiya

Zerîf bi Papa Francis re civiya

Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê Muhemed Cewad Zerîf bi Papa Francis re civiya û gotûbêj kir.

ABNA24 : Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê û Pap Francîs di vê hevdîtinê de derbarê pêwendiyên du alî û guherin û pêşhatên li herêma Rojavayê Asyayê bi taybet derbarê şerê rejîma Îsraîlê li dijî gelê Filistînê gotûbêj kirin.

Zerîf piştî hevdîtina xwe bi Papa re û herwiha bi wezîrê karên derve yê Vatîkanê re derbarê van hevdîtinan de got: Di van civînan de li ser rewşa navneteweyî, rewşa boykot û cezayan û exlaqê di civaka Îslamî de, girîngiya piştgiriya yekeya malbatê û rewşa Filistînê hat axaftin.  

Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê ev hevdîtin girîng nirxandin û bal kişand ser rewşa erdên dagirbûyî û got: Niha gelê Filistînê di rewşeke sosret dijîn û ji bilî viya boykot û cezayan bandoreke xirab li gelê Libnanê kiriye.

Zerîf herwiha got: Dêra Katolîk derbarê rewşa Libnanê hestyar e.

Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê berî vê yekê bi kardînal Parolîn serokwezîr û qeşeyê mezin Galager wezîrê derve yên Vatîkanê gotûbêjkirin.

Zerîf duh (Yekşem) çû Romayê da ku bi rayedarên Vatîkan û Îtalyayê re bicive û îro bi Wezîrê Hevkarîya Derve û Navneteweyî ya Îtalyayê Luigi Di Maio re kom bû.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*