?>

Zerîf dê berê xwe bide bakû û Yêrîvanê

Zerîf dê berê xwe bide bakû û Yêrîvanê

Wezîrê karên derve yê Îranê bi mebesta hevdîtin û gotûbêja bi rayedarên Komara Azerbaycanê û Ermenistanê dê biçe van du welatan.

ABNA24 : Li gorî rapora roja Duşemiyê ya Fars Newsê, Muhemed Cewad Zerîf, Wezîrê karên derve yê Îranê sibe Sêşemiyê, 25ê Gulanê di çarçova şêwirînên berdewam ên du navbera Îranê û Komara Azerbaycanê dê biçe vî welatî û bi rayedarên payebilind ên vî welatî ra bicive.

Şêwirîna derbarê dawîn alûgorên têkiliyên dualî û mijarên herî girîng ên navçeyî û navneteweyî ji armancên vê seferê ne.

Wezîrê karên derve yê Îranê dê piştra biçe Ermenistanê û bi rayedarên vî welatî ra li Yêrîvanê bicive.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*