?>

Zerîf: Îran piştgirîyê dide mafên gelê Filistînê

Zerîf: Îran piştgirîyê dide mafên gelê Filistînê

Wezîrê Karên Derve yê Komara Islamî ya Îranê di gotûbêja têlêfonî ya digel Serokê Teşkîlata Xweîdareker a Filistînê de pêgirî ser piştgirîya Îranê ji mafên gelê Filistînê yê kivşkirina çarenûsa xwe û pêkanîna dewleta Filistînê bi paytextîya Qudsê kir.

ABNA: Mihemedcewad Zerîf di wê gotûbêja têlêfonî digel Mehmûd Ebbas de  plana amerîkî ya Danuistandina Sedsalê jî şermezar kir û got: Îran hewil dide bi sîyasetên xwe di pêşerojê de, pêşîya komployên dijî gelê Filistînê bigire.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê herwiha pêgirî ser piştgirîya Têhranê ji hewildanên jibo pêkanîna aştîya netewî di navbera filistînîyan de kir.

Mehmûd Ebbas Serokê Teşkîlata Xweîdareker a Filistînê jî di wê gotûbêja têlêfonî de Zerîf derheq helwesta alîyê filistînî himberî plana amerîkî ya Danuistandina Sedsalê û liv û tevgerên di pêşerojê de jibo bidestxistina hevdengîyeke navnetewî bi armanca têkbirina wê planê haydar kir.

Rayedarên Komara Islamî ya Îranê hertim pêgirîyê dikin ku Îran li rex gelê Filistînê û rayedarên qareman li Zîvala Gezzê sekinîye û dê bisekine jî.

............
340


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*