?>

Zerîf: Me pêbendî xwe ya derheq diyalog û dîplomasiyê nîşan da

Zerîf: Me pêbendî xwe ya derheq diyalog û dîplomasiyê nîşan da

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê tekez kir: "Me pêbendiya xwe bi diyalog û dîplomasiyê nîşan da."

ABNA24 : Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Mehemed Cewad Zerîf îro sêşemê di rûniştina navdewreyî ya mecaziya wezîrên derve yên Tevgera Qeydnenasan de got: Pêla mezin a dijwarî û çetinahiyên cîhanî ku roja îro em pê re rû bi rû ne, hewcedariya çalakiyek komî ya zêdetir di asta navneteweyî de xurt kiriye.

Zerîf her wiha got: Piralîtî êdî wekî vebijarkek bi hemed û hişyarî nayê hesibandin, lê tenê bersiva guncan ji krîzên giran ên cîhanî re tê hesibandin.

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê her wiha got: Tevgera Qeydnenas dikare fersendek baş dabîn bike ku di dema zêdebûna yekalîbûnê û parastina li ser qada navneteweyî, beşdarbûna gerdûnî zêde û xurt bike.

Zerîf her wiha got: Covid-19 epidemic di nifşên mirovan de azmûna herî mezin a hevgirtina cîhanî ye.

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê bi bîr xist: Îran hertim bi domdarî sozdarî û dilsoziya xwe ya derheq piralîtiyê wekî bingeha siyasetek xurt a derve nîşan daye. 

Zerîf got:Îranê hertim pêbendiya xwe derheq gotûbêj û diyalogan bi beşdariya li danûstandinên ji bo çareseriya krîzên cîhanê  bi taybet van mehên dawiyê bi beşdariya li danistandinên ji bo vejiyandina Rêkeftina Navokî îsbat kiriye.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*