?>

Zerîf: Tevî hemî komployên hêzxurtan, îro gelê Îranê bi serbilindî sekinîne

Zerîf: Tevî hemî komployên hêzxurtan, îro gelê Îranê bi serbilindî sekinîne

Wezîrê Karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Mihemed Cewad Zerîf got: Tevî hemî komployên hêzxurtan, îro gelê Îranê hîn bi serbilindî sekinîne.

ABNA24 : Wezîrê Karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Mihemed Cewad Zerîf îro çarşemê di Konferansa Navneteweyî ya Diyaloga Îmam Xumeynî (RE) ya mecazî got: Inqilaba Îslamî ya Îran û Îmam Xumeynî (RE) bi başî nîşan da, qaweta maddî tenê tenê faktora pêkanîna qawetê li cîhanê nîne û eva îrade û viyana gel û hêza palpiştiya li gel e ku dikare li nizama navneteweyî roleke qedersaz bilîze.

Zerîf bal kişand ser vê yekê ku li rojava û rojhilata cîhanê tu hêzek nedixwest ku Şoreşa Îslamî ya Îranê bi ser keve, û got: Îmam Xumeynî (re) nîşan da ku bi palpiştiya vîn û îradeya gel, dikare li hemberî hêza maddî ya hêzxurtan ser kave û çarenûsek li dijî vîna wan hêzxurtan pêk bîne.

Wezîrê Karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê herqas ku hêzxurtên mezin, pişta xwe didin hêzên xwe yên madî û bisaya wan dikarin zirarê bidin welatên din û zextê li wan bikin, lê ew nikarin çarenûsa û rewşa cîhanê bi tevahî bêxin bin destê xwe, ji ber ku Şoreşa Îslamî nîşan da ku bi baweriya li gelan û baweriya li hêza herî bilind a îlahî, dikarin ser pîlanên hêzxurtên mezin bikevin.

Zerîf desnîşan kir ku Îran li çar dehsaliyên borî  bi pirsgirêk û zextên zav yên wekî şerê tehmîlî, dorpêç û boykotên giran , şerê aborî û curên zav ên terorîsmê rûbirû bûye  terorîsmên wekî aborî, leşkerî û jîngehî û terorîsma dermanî, lê niha tevî van zextên zav bi serbilindî li ser piyên xwe sekiniye.

Zerîf herwiha bal kişand ser berxwedana qahêm a Filistînê li hemberî êrişên vê dawiyê yên Rejîma Siyonîst û nîşan da ku sîstema berevaniya Qubeya Hesin lawaz e û divê ku ew gelê Filistînê û hêza xwe û mafê xwe bawer bikin û pê vê baweriyê li ber siyasetên nijadperest û aparteid ên Rejîma Siyonîst bisekine.

Di bereberê 32-emîn salvegera wefata Îmam Xumeynî (re) de, konferansek navneteweyî ya pisporî li ser ramana siyasî ya Îmam Xumeynî (re) roja Çarşemê li herema Îmam Xumêynî (re) hate lidarxistin.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*