?>

Zîvala Xezayê ji hêla 160 balafirên bombeavêj ên îsraîlî ve hate bombebaran kirin

Zîvala Xezayê ji hêla 160 balafirên bombeavêj ên îsraîlî ve hate bombebaran kirin

Artêşa Rejîma Siyonîst îdîa kir ku 160 balafirên bombeavêj ên vê rejîmê di êrîşên vê sibehê ser Zîvala Xezayê gelek hedefên bakurê Xezayê bombebaran kirin.

ABNA24 : Li gorî rojnama siyonîstî ya Timesê ya Îsraelê, artêşa Rejîma Siyonîst ragihand ku sed û şêst  balafirên bombeavêj di nav 40 deqîqan de li bakurê Zîvala Xezayê nêzîkê 450 mûşek avêtine 150 hedefan.

Berdevkê Artêşa Rejîma Îsraîlê Avichay Adraee ragihand ku êrişa esmanî ya şeva borî ser Xezayê êrişa herî mezin û giran di van çend rojên dawiyê bû û ji bilî êrişa esmanî hêzên wan li Xezayê dest bi operasyoneke bejahî jî kirine û tank û toxana wan şeva borî êrişeke giran ser gelê bê guneh ê Filistîn li zîvala Xezayê daye despêkirin.

Herwiha Artêşa Israîlê di daxuyaniyekê de ragihand, sê rokêt ji başûrê Lubnanê ber bi Israîlê ve hatine avêtin, lê li nava Deryaya Navîn ketin xwarê.

Berdevkê Artêşa Rejîma Îsraîlê anî ziman ku hêza bejahî ya vê Rejîmê hîn neketiye nav axa zîvala Xezayê û li ser sînor 500 gullên topan û 50 gullên tankan di nav saetekê de avêtina deverên filistînî.

Li aliyê din li gor çend çavkaniyan, Encûmena Asayîşa Navdewletî roja Yekşema bê dê derbarê şerê di navbera Rejîma Siyonîst û Filistîniyan de bicive.

Li gor heman çavkaniyan, Amerîka ku hewl dide rê li ber civînên hanê bigire, destpêkê pêşniyar kiriye civîneke vekirî roja Sêşema bê encamdan.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken îdia kir ku ew bi hêvî ye derfetê bide diblomasiyê bo ku bizanibin ka wê bigihin çi çareseriyekê û piştre dikarin li Netewên Yekbûyî vê yekê bişopînin û tekez jî kir ku ew amade ne ji bo gotûbêjeke vekirî li Neteweyên Yekbûyî.

Wezareta Tendirustiya Filistînê jî ragihand ku heta niha 119 filistînî şehîd bûne ku 28 ji wan zarok û 15 jî jin in û 621 kes jî birîndar bûne.

Li gor gotina rayedarên siyonîst heta niha di êrişên mûşekî yên Tevgera Hemasê de jî herî kêm 7 siyonîst hatine kuştin.

Lêbelê, Serokwezîrê Rejîma Siyonîst Benyamîn Netanyahu îro dîsa gefa domandina êrişên li ser Zîvala Xezayê xwar û got ku heya ku pêwîst be, êrişên xwe berdewam dikin.

342/


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*