Rêberê qedirgiran ê Şoreşa Islamî got ku rûmeta islamê û sekinîna himber zorbêjî û xeracistandina zilhêzan maye ser yekitî û agahîya umeta islamê û pêgirî kir ku Komara Islamî destê dostî û hevkarîyê dide hemî dewletên islamî.

31 March 2025 - 23:26
Hezretê Ayetullah Xamineyî di hevdîtina digel berpirsên welêt, balyozên welatên islamî û hin çîn û qatên gel da, Cejna Fitrê li umeta islamê û gelê Îranê pîroz kir û ec eyda yek ji xalên bihevrebûna cîhana islamê û sedema zêdebûna rûmeta islamê û resûlê hêja yê wê bi nav kir û got: Pêwîstîya rûmeta ber bi zêdebûnê ya islamê, yekitî, vîn û agahîya umeta islamî ye.

Wî bal kişand ser bûyerên bi dû hev û lezgîn ên li cîhanê û got: Dewletên islamî divê hibmer wan bûyerên lezgîn bi awayekî deqîq û lezgîn cîgeha xwe destnîşan bikin û ser wan bifikirin û planan darêjin.

Rêberê qedirgiran ê Şoreşa Islamî, nifûsa zêde ya misilmanan, serweta berfire ya xwezayî, cîgirtina li erdnigarîyeke hestyar a cîhanê ji derfetên girîg ên cîhana islamê zanî û got: Pêwîstîya sûdwergirtina ji wan derfet û cîgehên hestyar, yekitîya cîhana islamê ye. Helbet yekitî ne bi wateya tevlihevbûna dewletan an hevfikirbûna wan di hmî mijarên sîyasî da ye, belkî bi wateya naskirina berjewendîyên hevpar û destnîşankirina berjewendîyên xwe bi awayekî ku nebe sedema nakokî, gêre û pevçûnê di navbera wan da.

Wî pêgirî kir ku cîhana islamê malbatek e û dewletên isalmî divê ser bingeha vê helwestê fikir bikin û pêngavan rakin û got: Komara Islamî destê xwe ber bi hemî dewletên islamî dirêj kirîye û xwe birayê wan û hevbereyê wan dizane.

Hezretê Ayetullah Xamineyî hevkarî û hevfikrîya dewletên islamî berbenda ser rêya destdirêjî, zorbêjî û xercxwazîya zilhêzên destdirêjker û sitemkar zanî û got: Roja îro mixabin xeracistandin û zorbêjî bûye karê berbelav ê zilhêzên cîhanê himber dewlet û gelên lawaz ku divê em welatên islamî himberî wê berevanîya mafên cîhana islamê bikin û rê nedin Amerîka û welatên din xeracê bixwazin. 

Serepeyv

Tags

Your Comment

You are replying to: .
captcha