7 December 2025 - 13:03

NAVENDA NÛÇEYAN

Nîqaşên ji bo avakirina hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê ku ji Cotmeha sala borî ve hilbijartin hatiye kirin negihiştiye ti encamekê. Nelihevkirina li ser wezîfeyên hikûmetê û şerê li ser medyayê ya di navbera PDK’ê û YNK’ê de nakokî kûrtir kirine.

Roja 20’ê Cotmeha 2024’an Hilbijartina Parlementoya Herêma Kurdistanê pêk hat. Di hilbijartinê de PDK, YNK û Nifşê Nû bi ser ketin. PDK’ê 39, YNK’ê 23 û Nifşê Nû jî 15 kursî bi dest xistibûn. Aliyên mayî jî li gorî dengên xwe kûrsî bi dest xistibûn.

Parlementoya Herêma Kurdistanê piştî 43 rojan 2’yê Kanûna 2024’ê cara yekem Parlemento li hev civiya. Di civînê de Parlementeran sond xwar. Ji bo rûniştina duyem serokê demkî yê Parlementoyê bang kir. Lê Koma PDK, YNK’ê û pêkhateyan amade nebûn. Ji ber vê yekê karê yasayî temam nebû. Ji wê rojê heta niha ne deriye Parlemetnoyê hatiye vekirin û ne jî parlementer li hev civiyane.

Piştî 3’ê mehan bi şûn ve PDK û YNK ji bo şêwazê rêvebirina hikûmeta Herêmê li hev kirin û projeyeke nivskî amade kirin. Piştre nîqaşên li ser wezîfeyên hikûmetê hate kirin. YNK’ê daxwaza gelek wezîfeyan kir ku berê di destê PDK’ê de bûn. Nîqaş negihiştin ti encamekê û sekinin. Nîqaşên avakirina hikûmetê ketin piştî hilbijartina dema 6’an ya Parlementoya Iraqê.

Ji hilbijartina ewil ya sala 1992’an heta 2024’an di avakirina hikûmetê de tim paş mane. Vê carê di avakirina hikûmetê de pir dem paş ket û nêzîke dema paşketina sê kabîneyên dema borî li pey xwe bihêle.

Kabîneya 1’yê 47 roj hate paşxistin, ya 2’an 98 roj, ya 3’an 94, ya 4’an, 245 roj, ya 5’an, 282 roj, ya 6’an 406 roj, ya 7’an 407 roj, ya 8 409 roj, ya 9’an 408 roj û kabîneya 10’ê jî nêzîkî 400 roje hatiye paşxistin.

Li gorî agahiyên hatin girtin ji bo jinûve domandina nîqaşan hewldanên navbeynkariyê tê kirin. Mixabin hewldan bê encam man. PDK li pişt perdeye û derve nîqaşan li gel aliyên din dike ku bikare bê YNK’ê hikûmetê ava bike. Di vê hewldanê de jî bi ser neket.

Niha divê PDK û YNK an bi zexta hêzên gel an jî hêzek navnetewî neçar bimînin ku vegerin ser maseya danûstandinan. An jî divê PDK daxwazên YNK qebûl bike û kursiya Wezîrê Navxwe radestî YNK’ê bike.

Lê vê yekê meseleya avakirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê aloztir kiriye. Meqamên li Bexdayê ku para Kurdanin, bi taybetî jî meqamê Serokomariyê. Bi gotineke din, divê PDK û YNK’ê li ser meqamên di Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê de jî nîqaş bikin. Mesûd Barzanî di dema kampanyaya hilbijartinê de gelek caran gotiye ku rewşa berî û piştî hilbijartinan cuda ye û ewê wekî berê bi YNK’ê re danûstandinan nekin.

Tiştê ku pirsgirêkê girantir kiriye û avakirina hikûmetê dereng xistiye ewe ku têkiliyên di navbera PDK û YNK de di demek dijwar re derbas dibin û di navbera wan de şerekî medyayî yê dijwar heye. Nakokiyên di navbera herduyan de kûrtir bûne, perspektîfên çareserî û avakirina hikûmetê hîn jî ne diyarin.

Rojnewsê derbarê avakirina hikûmetê de bi çend serkirdeyên YNK’ê re têkilî danî û gotin; “Daxuyaniyên Barzanî yên li ser rewşa heyî, rewş aloztir kir û YNK û KDP ji maseya danûstandinan dûr xist. Pirsgirêk ewe ku PDK şagirtan dixwaze, ne ku şirîk. Ya duyemîn, hin meqam hene ku PDK wan wekî milkê xwe dibîne û heya ku ew bimîne ewê wan nede tu partiyek din. Bê gûman, em ji vê yekê razî nînin.”

Berpirsekê PDK’ê berevajî vê yekê dibêje û da zanîn ku YNK di pêvajoya siyasî ya herêmê û di saziyên rêveberiyê de şirîkek rastîne û dibêje; “Lê belê, ji encamên hilbijartinê bêhtir li pey meqamên hikûmetê ye. Bi gotineke din, ew 50 bi 50 daxwaz dike, lê serdema 50 bi 50 nemaye.”

Hinek partiyan xwe wekî muxalefet îlan kirin û beşdariya hikûmetê red kirin. Ji ber vê yekê, wan daxwaza PDK’ê ya beşdarbûna di hikûmetê de red kirine. Wekî ku ew dibêjin, ew naxwazin bibin beşek ji çareserkirina nakokiya di navbera PDK û YNK’ê de.

Têkçûna avakirina hikûmeteke nû gelek encamên neyînî li ser jiyana welatiyan, jiyana siyasî û karê parlamentoyê çêkiriye. Hikûmet ji hemû lêpirsîn û çavdêriyê dûre, biryaran li gor dilê xwe dide, pere û dewlemendiya welat dûrî çavên parlamentoyê xerc dike.

Your Comment

You are replying to: .
captcha