Di vê civînê da tekezî li girîngiya firehkirina derfetên pêwendî û hevahengiya hevbeş di navbera her du aliyan de bi taybetî di warên çandinî û tendirustiyê de hate kirin
Read More ...-
-
Qaymeqamê nahyeya Axceler: Di bombebaran îro de 5 kes hatine kuştin
May 22, 2022 - 12:44 PMQaymeqamê bajarokê Axceler a ser bi Çemçemal a Silêmaniyê Hêmin Behcet ji BasNewsê re ragehand, îro du dronan gundê Dûteqel a sînorê bajarokê Axcelerê bombebaran kirin, ji ber wê bombebaranê otomobîlekî cureya Toyota – Hilux şewitiye, ku 5 kes têdebûne û hemûyan jî canê xwe ji dest dane.
Read More ... -
Derona artêşa dagirker a Tirkiyê Kampa Mexmûrê ya Kurdistana Iraqê bombebaran kir
May 22, 2022 - 12:43 PMQaymeqamê Mexmûrê ji Rûdawê re ragihand Kampa Mexmûrê hat bombebarankirin ku di encama vê êrişê de 2 kesan canê xwe ji dest dan.
Read More ... -
Ji ber barîna tozê geştên Balafirgeha Silêmaniyê hatin sekinandin
May 18, 2022 - 10:46 PMBalafirgeha Navdewletî ya Silêmaniyê ragihand, ji ber barîna tozê geştên esmanî careke din hatin sekinandin.
Read More ... -
Di teqîna li Silêmaniyê ya Iraqê de 12 kes birîndar bûn
May 14, 2022 - 7:46 AMMedya Îraqî îro Pêncşemê danê sibê ragihand ku dengê teqînekê li parêzgeha Silêmaniyê hatiye bihîstin.
Read More ... -
YNK û pişkeke sunneyan piştgirî dan destpêşxerîya Çarçoveya Hevahengîya Şîeyên Iraqê
May 9, 2022 - 8:46 AMYNK û Hevpeymanîya Ezm`ê ragihandin ku piştgirîyê didin xalên destpêşxerîya Çarçova Hevahengîya Şîeyan.
Read More ... -
Parlimanterekî YNK: Heke dosîya niftê di destê Bexdayê da be, dê gellek nakokîyên navxweyî yên Herêma Kursiatanê bi dawî werin
May 9, 2022 - 8:45 AMParlimanterekî YNK li Parlimana Herêma Kurdistanê pêgirî kir ku heke dewleta navendî ya Iraqê kontrola karên nifta Herêma Kurdistanê bigire destê xwe, ti alîyek li vê Herêmê nikare xwe serratir bizane û dê gellek nakokîyên navxweyî jî li Herêma Kurdistanê çareser bibin.
Read More ... -
Endamê YNKê: Siyasetên çewt ên aborî yên PDK bûn sedema qeyranên darayî li Hewlêr û Duhokê
May 7, 2022 - 10:26 PMEndamekî Yekitîya Niştîmanî ya Kurdistana Iraqê (YNK) asta deynên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û deyndarên wê aşkira kir û got: Sîyasetên aborî yên çewt û şaş ên PDK bûne sedema gellek qeyranên darayî li parêzgehên bakurê Herêma Kurdistanê.
Read More ... -
YNKyê ji destpêşxerîya Çarçova Hevahengîya Şîeyên Iraqê jibo çareserkirina qeyrana sîyasî pêşwazî kir
May 6, 2022 - 8:59 PMYNKyê ji destpêşxerîya nehxalî ya Çarçoveya Hevahengîya Şîeyên Iraqê jibo xislabûna ji qeyrana sîyasî pêşwazî kir.
Read More ... -
Wezîrê Karûbarên Ayînî yê Herêma Kurdistanê: Li vê herêmê duşemê cejna Remezanê ye
May 2, 2022 - 3:22 PMWezîrê ewqaf û karûbarên ayînî yê Herêma Kurdistanê ragehand, roja duşemê li Herêma Kurdistanê cejna Remezanê ye.
Read More ... -
Bidû bombebaranên Tirkîyê 360 gundên parêzgeha Duhokê hatine valakirinê
May 1, 2022 - 3:10 PMSerokê Komsyona Karên Pêşmerge ya Parlimana Herêma Kurdistanê ragihand ku Bidû bombebaranên Tirkîyê heta nika 360 gundên parêzgeha Duhokê kavil bûne û hatine valakirinê.
Read More ... -
Bafil Talebanî: Ez rê nadim hinardekirina gaza Herêma Kurdistanê îlla ku borî ser cesedê min va derbas bibe
April 30, 2022 - 3:03 PMHevserokê YNK di hevdîtina tev wekîlên welatên cîhanê da li Hewlêrê, neyartîya xwe himberî hinardekirina gaza xwezayî ya Herêma Kurdistanê ragihand û pêgirî kir: Îlla ku gaz ji ser cesedê min va bo derve were hinardekirin.
Read More ... -
Şervanên jin û mêr ên PKKê îdia dikin ku herî dawiyê li ser hev 28 leşkerên Tirkiyê kuştine
April 28, 2022 - 10:04 AMŞervanên jin ên PKKê ku pêra YJA-Star dibêjin dibêjin li dijî komeke girêdayî artêşa Tirkiyê li Werxelê ya Avaşînê operasiyonek li dar xist. Di encama vê operasiyonê de 8 leşkerên Tirkiyê kuştin û 2 leşker jî birîndar Kirin. Ji aliyê din ve hêzên din ên PKKê ku navê HPG lê kirine dibêjin ku wan jî 20 leşker kuştine.
Read More ... -
Hejmarek ji kurdên li Swîsreyê bi ser Nûnertiya PDKê ya li Swîsreyê de girtin
April 28, 2022 - 10:03 AMHejmareke kes ku di destê wan de flamayên PKKê hebûn hewldan têkevin avahiya Nûnertiya Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê (PDK) li Swîsreyê, lê polîsan rê li ber wan girt.
Read More ... -
Di çarçîva hevkariya PDK û Tirkiyê de hêzên PDKê dest danîn ser madeyên teqîner ên PKKê
April 28, 2022 - 10:03 AMEncûmena Asayişa Herêma Kurdistanê ya ser bi PDKê ragihand ku wan dest bi ser hejmareke zêde ya madeyên teqemenî û serbazî de girtine ku mûşekên dijîtank û TNT di nav de bûne û “PKK xwestiye wan li şerê dijî artêşa Tirkiyê li Herêma Kurdistanê bi kar bîne.”
Read More ... -
Operasiyona leşkerî ya Tirkiyê li bakûrê Iraqê bi dawî hat
April 27, 2022 - 2:23 PMWezîrê berevaniyê yê Tirkiyê ragihand ku qonaxa yekem a operasiyona vî welatî li Iraqê bi dawî bûye.
Read More ... -
Dewama destdirêjiya Tirkiyê ya leşkerî ser bakûrê Iraqê: leşkerekî din hat kuştin
April 24, 2022 - 9:28 AMWezareta berevaniyê ya Tirkiyê piştrast kir ku leşkerekî din ê vî welatî li bakurê Iraqê hatiye kuştin.
Read More ... -
Nûnertiya HDP’ê: Divê hikumeta Herêma Kurdistanê daxwaza gelê Kurd neke qurbanê êrişên dagirkeriyê
April 24, 2022 - 9:28 AMNûnertiya HDP’ê ya Herêma Kurdistana Iraqê got, divê hikumeta Herêma Kurdistana Iraqê jî bêdeng nemîne û daxwaza gelê Kurd neke qurbanê êrişên dagirkeriyê.
Read More ... -
34 kesayetên Herêma Kurdistana Iraqê êrişên dewleta Tirkiyê şermezar kirin
April 21, 2022 - 3:34 PM34 kesayetên Herêma Kurdistana Iraqê bang li hikumeta Herêma Kurdistanê kir ku têkilarî êrişên dewleta Tirkiyê agahiyan bide û êrişên dewleta Tirkiyê şermezar kirin.
Read More ... -
Mesrûr Barzanî, serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê li Londonê hat protestokirin
April 21, 2022 - 3:33 PMSerokwezîrê hikumeta Herêma Kurdistana Iraqê Mesrûr Barzanî, li Londonê ji aliyê ciwanên Kurd ve hat protestokirin.
Read More ... -
Enqereyê bi fermî zêdekirina destdirêjiyên leşkerî ser bakurê Iraqê ragihand
April 19, 2022 - 2:20 PMWezîrê berevaniyê yê Tirkiyê bi fermî zêdekirina destdirêjiyên leşkerî yên vî welatî li bakurê Iraqê ragihand.
Read More ... -
PDK’ê daxuyaniya xwe ya derbarê redkirina despêbûna êrişa Tirkiyê li nîveka Nîsanê li herêmên Medyayê têk bir
April 19, 2022 - 2:19 PMPiştî destpêkirina êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê vê berbangê, PDK`ê daxuyaniyeke xwe ya li ser medyaya xwe belav kiriye jê bir, ku tê de gotibû tu êriş li herêmên navborî çênabin.
Read More ... -
Endamê YNKyê: PDK tevî bidestxistina kursiyên parlimanê bi rêya sextekariyê, bi zimanê hejmara bi YNKyê ra diaxive
April 19, 2022 - 2:18 PMEndamê payebilind ê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistana Iraqê (YNK) tekez kir ku Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê (PDK) tevî bidestxistina kursiyên parlimanê bi rêya sextekariyê û destwerdana li dengan, bi zimanê hejmaran bi YNKyê ra diaxive.
Read More ... -
Bajarê Dihokê bû destexwişka bajarê Gainesville yê Amerîkayê
April 17, 2022 - 10:55 PMŞanda Parêzgeha Dihokê bi serokatiya Parêzgarê Dihokê Elî Teter serdana bajarê Gainesville yê Amerîkayê kir û ligel encûmena bajêr civiyan.
Read More ... -
Taximeke îranî di gel rayedarên Herêma Kurdistanê û Mesûd Barzanî civiya
April 13, 2022 - 9:48 AMŞemiya vê hefteyê taximeke îranî di gel rayedarên Herêma Kurdistanê û Mesûd Barzanî civiya.
Read More ... -
Li Silêmaniyê 4 kes li ser nivişt û cadûkirinê hatin girtin
April 10, 2022 - 3:45 PMLi bajarê Silêmaniyê ya Herêma Kurdistanê 4 kes hatin girtin ku bi nivişt û cadûkirinê xelk dixapandin.
Read More ... -
Çend mûşek li qezayeke Hewlêrê ketin xwarê
April 8, 2022 - 3:00 PM3 mûşek li sînorê qeza Xebat a Hewlêrê navenda Herêma Kurdistanê ji wan li navçeyên Kewirgosk û Rizgarî yên ser bi vî bajarî ketin.
Read More ... -
Êrîşa bi roketan li Herêma Kurdistanê
April 8, 2022 - 2:57 PMMedyayên Herêma Kurdistana Iraqê qala êrîşa bi roketan li nêzikî palîngeheke bakurê Iraqê kir.
Read More ... -
Li Herêma Kurdistanê zêdetirî 13 hezar û 500 kes bûne qurbaniyên teqîna mînan
April 6, 2022 - 11:03 AMDezgeha giştî ya karûbarên mînan li Herêma Kurdistanê ragehand, heta niha zêdetirî 13 hezar û 500 kes ji ber teqîna mînan bûne qurbanî.
Read More ... -
Artêşa Tirkiyê hin navçeyên Herêma Kurdistana Iraqê bombebaran kirin
April 3, 2022 - 4:26 PMÇavkaniyên medyayî qala bimbebaran hin navçeyên Herêma Kurdistana Iraqê ji aliyê balefirên şêrr ên Tirkiyê va kir.
Read More ...