Berhemên xetatî, nîgargerî û nîgargeriya hevedudanî yên 9 hunermendên Îran û Tirkiyê li galêriyeka hunerî li vî werlatî hatin nîşandan.
Read More ...-
-
Hunermenda jin a kurd li nav mizgefteke Kurdistanê pêşangehek li dar xist
May 6, 2018 - 5:19 PMEv ji bo cara yekem e ku li tevahiya Iraq û Herêma Kurdistanê hunermendeke jin a kurd projeyeke pêşangehê ya hunerî li nav mizgeftê li dar dixe. Hunermenda kurd Şare Baban got, "Ger mizgeft cihekî civakî be, çima nebe cihê hunerê jî?" û kêfxweşiya xwe ji bo pêkhatina vê projeya xwe anî ziman
Read More ... -
Îran di şeva Eyda Xedîr Xumê de, li nav coş û şayîyê ye
September 9, 2017 - 3:21 AMÎrana islamî di şeva eyda bimbarek a Xedîr Xumê de, ku yek ji eydên mezin ên misilmanan e, tam li nav coş û şayîyê ye.
Read More ... -
Sersaxiya salvegera şehîdbûna Îmam Mihemedê Baqir (S)
August 29, 2017 - 10:40 AMÎrana Îslamî di roja salvegera şehîdbûna Îmam Mihemedê Baqir (S), Îmamê pêncan ê şîeyên Cîhanê, di nava xem û matemê da ye.
Read More ... -
Ziman neynika wijdana mirov e
June 26, 2017 - 8:28 AMZiman ji xeynî ku nasname û pênaseya her miletekî ye, neynika wijdana mirov li hemberî xwe ye û ezmûneke xwedayî ya man û nemanê ye.
Read More ... -
Ayetullah Cewadî Amûlî: Bawerîya bi zihûra muncî bawerîyeke bingehîn a olan teva ye / Eqlê mirovan li serdema zihûrê dikemile
May 14, 2017 - 2:01 AMMerceyê qedrbilindê Şîeyan Ayetullah Cewadî Amûlî got: Li serdema zihûrê qesidîna mirov bi bal Xwedê ve qesidîneke aqilane ye û di wê serdemê de eqlê mirovan kamil dibe.
Read More ... -
Cejn û şayiyên îraniyan ji ber hilketina salroja Mebesa pêxemberê hêja yê Îslamê (S)
April 27, 2017 - 2:00 AMLi şeva mebesa (pêxemberiya) pêxemberê hêja yê Îslamê Hz. Muhemedê Mustefa (S) gelê Îrana Îslamî li her gund û bajarekê merasimên cejn û şahîyê li darxistin.
Read More ... -
Îro, salroja şehadeta Îmamê heftemîn ê Şiîyan Îmam Mûsa Kazim (a) e.
April 23, 2017 - 8:04 PMDorana Îmameta Îmam Kazim (a) yek ji girîngtirîn dewrên jiyannameya Îmaman e. Ji tevgerên fikrî û eqîdetî yên di vê doranê de hinek gihane lûtkeyê û hinek teze welidîne û hawira zêhnî ji nakokîyan tijî bûye û bûne alavê destê hêzdaran û afeta hişyarîya îslamî û sîyasî ya xelkê û meydan li alemdarên qada mearifên resen ên îslamî û li xwedîyên banga elewî teng kirine.
Read More ... -
Civîna rêzgirtina helbestvanê Kurd ê îlamî hate lidarxistin
April 21, 2017 - 1:59 PMCivîna rêzgirtina helbestvanê binavûbang ê Kurd ê Îlamî, Elîşah Xan Heyderîzade, li hola Neşmîlê ya bajarê Serabelê ji bajaroka Çerdawela Îlamê, îro çarşemiyê dest pê bû.
Read More ... -
Di Edebiyata Kurdî Ya Klasîk De Bihar Û Biharîye
March 30, 2017 - 7:06 PMTêgeha biharê bi nêrîneke sethî di çarçoveya sêkoşeya kozmolojî, zeman û mekan de dikare bê pênasekirin. Lewra tevgerên kozmolojîk guherîna zeman bi xwe re tînin, bi guherîna zeman werzên salê derdikevin meydanê û bi guherîna werzên salê jî guherînên siruştî çê dibin. Loma di werzên bihar, havîn, payîz û zivistanê de taybetîyên siruştê ji hev cuda ne. Di van werzan de flora, fauna û hêmanên siruştê dirûvên nû werdigirin. Lêbelê di nav her çar werzan de ya xwedîyê siruşteke cuda û taybet bihar e. Ev siruşta taybet a biharê ku tê de bedewî, aheng û geşbînî heye bala insanan kişandiye û roleke taybet bexşî wê kiriye ku werzên dî yên salê ji vê yekê bêpar mane. Bihar û siruşta wê çawa ji alîyê disîplînên curbicur ve bûye mijara lêkolînan, ji alîyê bedewîya xwe ve jî bûye mijara edebîyat û hunermendên peyvê. Çi li şaristanîyên cuda yên dinyayê, çi di şaristanîya şerq-Îslamê de be ferq nake, bihar her dem temayeke girîng a metnên edebî ye. Ev yek çawa diyardeyeke edebîyatên erebî, farisî û tirkî ye, bi heman rengî diyardeyeke edebîyata kurdî ye jî. Di çanda edebîyata klasîk de helbestên bi temaya werzan bi navên taybet hatine binavkirin û “biharîye” jî ji helbestên bi temaya biharê re wek nav hatiye bikaranîn. Temaya biharê ewqasî bala helbestvanan kişandiye ku di encamê de biharîye di nav poetîkaya edebîyata klasîk de bûye yek ji cureyên edebî jî.
Read More ... -
Eleqeya li hember cil û bergên kurdî çima zêde dibe
March 30, 2017 - 4:53 AMDi çend salên dawî de eleqeya li hember cil û bergên kurdî û herêmî her ku diçe zêdetir dibe. Heta êdî qîz û xort di dawetên xwe de jî ji berdêla bûkanî û cilên modern, cilên herêmî tercîh dikin.
Read More ... -
“Tu qedr û qîmeta extiyaran nemaye”
March 21, 2017 - 7:37 AMMÊRDÎN - Apê Îbrahîmê 73 salî yê ku ji Nisêbîna Mêrdînê ji ber qedexe û pevçûnan koçî Artukluya Mêrdînê kiriye destnîşan kir wek berê qedr û qîmet ji êxtiyaran re nayê dayîn.
Read More ... -
Pîrozbahîya salroja jidêbûna hezreta Fatimeya Zehra (S)
March 19, 2017 - 12:18 PMÎro yekşem 29`ê Isfendê, 20`ê Cemad ul Sanîya sala 1438 a Hicrî-Qemerî, 19`ê Adara 2017`ê, salroja jidêbûna bimbarek a hezreta Fatimeya Zehra (S) keça pêxemberê hêja yê Îslamê (S) ye.
Read More ... -
Dema berxbirê ye.
April 18, 2016 - 10:51 PMLi Kantona Efrînê bi demsala buharê re berxbirê (qusandina hiriya pez) ku her sal meha nîsanê çêdibe, destpê kir.
Read More ... -
Telkeriya Zîvîn a Li Mardinê.
Bûyerên li herêmê bandoreke neyînî li dan û standinê dikin.
April 10, 2016 - 4:47 PMLi bajarê qedîm Mêrdînê digel gelek karên destkarî û huneriyê, ji zû ve karê telkarîyê jî tê kirin. Ev telkariya zîvîn ji aliyê gelê herêmê û tûrîstan ve jî eleqeyeke mezin dibîne. Lê di van demên dawî de wekî gelek karan, bûyerên li herêmê tesîreke neyînî li vî karî jî kiriye.
Read More ... -
Li Rihayê Sûka Dîrokî ya Sifirfiroşan.
Li sûkê gelek tiştên kevnare tên firotin.
April 3, 2016 - 7:25 PMLi Rihayê li sûka dîrokî ya sifirfiroşan gelek tiştên antîka tên firotin. Di nav van antîkayan de semawerekî rûsan heye ku beriya 150 salî hatiye çêkirin. Ev semawer bi 5 hezar lîreyê tê firotin.
Read More ... -
Şanoya “Derwêşê Ebdî” hate pêşkêşkirin.
April 2, 2016 - 6:51 PMQAMIŞLO – 2.Festîvala Şanoya Kurdî di roja xwe ya 6’emîn de bi şanoya “Derwêşê Ebdî” ku ji aliyê koma Xanî ve hate pêşkêşkirin, dewam kir.
Read More ... -
Bi kincik û bermayiyan dest bi çêkirina pitik û bûkan kir.
March 31, 2016 - 5:26 PMNiha bajarê wî batman di gelek fûaran de bi wan tê nasandin.
Read More ... -
Seydayê Tîrêj li Hesekê hat bi bîranîn
March 26, 2016 - 7:14 PMYekîtiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê – Şaxê Hesekê, helbestvanê kurd Seydayê Tîrêj di 14’emîn salvegera mirina wî de bi bîr anîn.
Read More ... -
Bihar hat Karsê û berfa li serhedê jî dihele
March 2, 2016 - 10:54 AMStranbêjan li ser hatina biharê rahiştin sazên xwe û striyan.
Read More ... -
Hunera Tizbiyan
Hin kehrîbar, hin sedef, hin jî ji kevirên oltuyê ne.
February 29, 2016 - 1:10 PMLi Kolika Semsûrê Sadî Hoste karê bav û kalan hunera tesbîhçêkirinê didomîne.
Read More ... -
Li Guatemalayê ji efserên tecawizger re 360 sal ceza
February 29, 2016 - 11:56 AMLi Guatemalayê 2 subay ji ber ku re ji ber ku bi zorê fihûşê bi pîrekan dane kirin ji teref dadgehê ve sûcdar hatin dîtin.
Read More ... -
Cudahiya wêrankirina ekolojiya Kurdistanê û Tirkiyê
February 27, 2016 - 8:23 PMDi mehên dawî de çêkirina bendava Ilisuyê ya ku yek ji parçeya konsepta şerê AKP'ê ye, rê ji qatlîamên xweza û dîrokê re vedike bi lez û bêz tê çêkirin. Bendava ku ji aliyê Cengîz Holdîng a ku li Cerattepeyê bi çêkirina înşeata madenê ve hate rojevê, yek ji lingê wî ji li Basayê tê çêkirin.
Read More ...
- 1