Li Kurdistanê 5 kes tûşî nexweşiya Kolerayê bûne

  • Kodê Nûçe : 739546
  • Çavkanî : ABNA
Brief

Ligor raporta Rêxistina Tendurustiya Cîhanî – World Health Organization (WHO) heya niha li Îraqê hezar û 263 tûşbûyiyên nexweşiya kolerayê hatine tomar kirin ku pênc ji wan hevwelatiyên Herêma Kurdistanê ne.

Li Kurdistanê 5 kes tûşî nexweşiya Kolerayê bûne

Ligor raporta Rêxistina Tendurustiya Cîhanî – World Health Organization (WHO) heya niha li Îraqê hezar û 263 tûşbûyiyên nexweşiya kolerayê hatine tomar kirin ku pênc ji wan hevwelatiyên Herêma Kurdistanê ne.

Daxuyaniya (WHO) ligor ceribandina binkeyên nexoşiya Kolerayê li Îraqê ye, hejmara heza û 263ê haletên nexweşiyê li 15 parêzgehên Îraqê hatiye tomarkirin.

Di raportê de li her çar parêzgehên Herêma Kurdistanê, Hewlêr, Silêmaniye, Helebce û Duhokê pênc haletên tûşbûna bi vê nexweşiyê hatine tomar kriin, ku du kes li Duhokê, Du kes li Hewlêrê û kesek jî li Silêmaniyê ye, herwiha du kes jî li bajarê Kerkûkê tûşî vê nexweşiyê bûne.

Ligor raporta Rêxistina Tendurustiya Cîhanî (WHO) li tevahiya parêzgehên Îraqê, parêzgeha Babilê bi 469 kesan zêdetirîn hejmara tûşbûyiyên bi vê nexweşiyê di rêza yekem de ye, Paytexta Îraqê Bexda jî bi 304 kesan di rêza duyemîn de cîh digire. Di meha borî de li çend navçeyên naverast û Başûrê Îraqê çend kesan ji ber vê nexweşiyê jiyana xwe ji dest dane.

Mîkroba nexweşiya Kolerayê bi riya xwarin û vewarina nepaqij tê veguhestin û dibe sedema daketina zexta xwînê û ger zû neyê çareser kirin, dibe sedema mirina mirovan.


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

پیام رهبر انقلاب به مسلمانان جهان به مناسبت حج 1441 / 2020
Rêkeftina sedsalê re na