Ocaxên mermerê Komur bênefes hişt

  • Kodê Nûçe : 740642
  • Çavkanî : ABNA
Brief

Bajaroka Komirê ji ber 6 ocaxên mermer û keviran bêav û bênefes maye. Hevşeradarê Bajarokê Huseyîn Yuka diyar kir ku ocaxên mermer û keviran bajarok aniye asta ku nikarin bijîn û li hemberî desturdayîna ocaxên nû nerazîbûn nîşan da.

Ocaxên mermerê Komur bênefes hişt

 Bajaroka Komirê ji ber 6 ocaxên mermer û keviran bêav û bênefes maye. Hevşeradarê Bajarokê Huseyîn Yuka diyar kir ku ocaxên mermer û keviran bajarok aniye asta ku nikarin bijîn û li hemberî desturdayîna ocaxên nû nerazîbûn nîşan da.

Li bajaroka Komirê ya Semsûrê ji ber dorpêçkirina ocaxên mermer û keviran me zevî ne jî ava vexwarinê maye. Ocaxên mermerê yên Dunya, Yumumer, Alacakaya, Dîmer, Diyar Mermerê yên ku hê jî dixebitin çiyayên Komirê jî hatine kolandin û ev jiyana bajarokê tehdîd dikin. Hevşeradarê Bajarokê Huseyîn Yuka diyar kir ku ocaxên mermer û keviran ên ku bêyî destura gelê herêmê hatine vekirin bi her awayî bandoreke neyînî li ser jiyana wan dike.

Tekane çavkaniya me zuwa kirin!

Yuka bilêv kir ku nifusa bajarokê 3 hezar û 500 in tenê çavkaniyekî avê heye û wiha axivî: Em nikarin ji wir avê vexwin. Mînak tê wergirtin û ji aliyê Midûriyeta Tenduristiya Gel a girêdayî Walîtiya Semsûrê ve rapora ku nikare bê vexwarin dideb Hemû hewldanên me bêencam mane. Em bi bîran ve hewl didin ku bibin çare. Lê dergetên şaredariya me kêm e." Yuka got ku Komur kirine ocaxên tenduristiyê û wiha berdewam kir: "Niha 4 ocaxên mermer 2 jî ocaxên kevir hene. Ligel vê yekê jî ji bo ocaxên nû destur didin. Ocax avan zuwa dikin. qirêj dikin. Em ne ji bo vexwarinê ne jî ji bo zeviyên xwe av bidin avê nabînin. Fekî û meyweyên ku bi ava qirêj ve tên avdan jî tenduristiyê tehdîd dike."

Yuka bilêv kir ku toza ji ocaxan derdikeve welatiyan bênefes dihêle. Yuka ji ber ku destura welatiyên herêmê nayê xwestin û ocax tên vekirin nerazîbûn nîşan da.


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

پیام رهبر انقلاب به مسلمانان جهان به مناسبت حج 1441 / 2020
Rêkeftina sedsalê re na