Rûreşiyek din – Li keça kurd dan û li ser eniya wê jî…!

  • Kodê Nûçe : 741215
  • Çavkanî : ABNA
Brief

Li bajarê Yalova yê Tirkiyê, komek xwendekarên tirk, ala Tirkiyê dan destê keçek kurd û li ser eniya wê jî “T.C.” (komara Tirkiyê) nivîsandin!

Rûreşiyek din – Li keça kurd dan û li ser eniya wê jî…!

Li bajarê Yalova yê Tirkiyê, komek xwendekarên tirk, ala Tirkiyê dan destê keçek kurd û li ser eniya wê jî “T.C.” (komara Tirkiyê) nivîsandin!

 

Li gorî nûçeya rojnameya Cumhuriyetê, çend roj berê li navçeya Çinarcik a bajarê Yalova yê Tirkiyê, 6 xwendekarên tirk êrişî mala 2 xwendekarên keç kirin û li wan dan. Yek ji wan xwendekarên ku rastî êrişê hatibûn, kurd bû.

 

Li gorî nûçeyê, wan xwendekaran piştî lêdanê, ala Tirkiyê dabûn destê xwendekara kurd û li ser eniya wê jî bi rûja lêvan peyva “T.C.” nivîsandibûn.

 

Wê keça kurd derheqê bûyerê de got, êrişî mala me kirin û li me dan. Xortek jî bi wan re bû, ew li ber derî nobedar bû. Yekê ji min re got “tu xelka Amedê yî, tu ji me hez nakî lê emê xwe bi te bidin hezkirin!” Ala Tirkiyê dan destê min û li ser eniya min jî bi rûjê “T.C.” nivîsandin paşê wêneya min kişandin û belav kirin…

 

Wê keça kurd anî ziman ku piştî wê bûyerê êdî newêre biçe dibistanê çimkî her roj wê tehdîd dikin.

 

Hevala wê keça kurd jî ku xelka Stenbolê ye, li ser bûyerê got, ma çi dibe hevala min Amedî ye û ez jî Stenbolî me. Bi wê ala ku me li mala xwe de veşartibû, li me dan û em êşandin.

 

Par payîzê li navçeya Seydîkemerê ya bajarê Mûgla yê Tirkiyê jî, komek tirkên nijadperest li kurdekî dabûn û bi zorê peykera Ataturk pê dabûn maçkirin!


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

پیام رهبر انقلاب به مسلمانان جهان به مناسبت حج 1441 / 2020
Rêkeftina sedsalê re na