Qisaweta zêde nahêle xwendekar bi ser kevin

  • Kodê Nûçe : 741218
  • Çavkanî : ABNA
Brief

Xwendekarên ku dê roja yekşemê têkevin ezmûnê gelekî bi kelecan û qisawet in...

Qisaweta zêde nahêle xwendekar bi ser kevin

Xwendekarên ku dê roja yekşemê têkevin ezmûnê gelekî bi kelecan û qisawet in...

Ji ezmûna YGS’ê re  hindak ma. Xwendekarên ku dê roja yekşemê têkevin ezmûnê gelekî bi kelecan û qisawet in. Pispor hişyar dikin ku qisawet nahêle xwendekar bi ser kevin.

Qisawet,Tirs,Û Stres…Ev hersê xal di ezmûnê de serkeftinê asteng dikin.

Gelek xwendekar di 13ê Adarê de dê têkevin Ezmûna zanîngehê, yanî YGSê.

Pispor hişyar dikin. Ji bo serkeftinê qaîdeya ewil divê xwendekar bîna xwe fireh bikin serê xwe bi ezmûnê zêde neêşînin.

Divê di ezmûnê de xwendekar sekan bin û wek merheleyeke serkeftinê li ezmûnê binêrin. Divê rihet bin.

Qaîdeyeke girîng jî ev e; divê namzedên ezmûnê ji xwe re stratejyekê diyar bikin. Û xwendekar divê sibe ya ezmûnê çi bikin?

Xwendekar divê wê rojê jî wek rojên din tevbigerin û dermanan bi kar neynin. Ew roj ne rojeke cuda ye. Ger bi vî awayî tevbigerin, dê ezmûna wan jî baş derbas bibe. Divê taştiyeke baş bikin lê divê xwarinên giran têde tune bin. Her wiha pêdiviya me bi gilîkozê heye û dikarin hereketên bêhnvedanê jî bikin.

Mijareke girîng jî ev e; ji bo ku xwendekar kelecan nebin divê beriya ezmûnê, cihê xwe yê ezmûnê bibinin.


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

پیام رهبر انقلاب به مسلمانان جهان به مناسبت حج 1441 / 2020
Rêkeftina sedsalê re na