Hêviya sûriyan ma sala 6emîn

  • Kodê Nûçe : 741555
  • Çavkanî : ABNA
Penaberên ku ji ber şerê Sûriyeyê xwe spartine Tirkiyeyê dixwazin êdî şer bidawî bibe.

 

Hêviya sûriyan ma sala 6emîn

Penaberên ku ji ber şerê Sûriyeyê xwe spartine Tirkiyeyê dixwazin êdî şer bidawî bibe.

 

ŞANLIURFA/KILÎS

Penaberên ku ji ber şerê Sûriyeyê xwe spartine Tirkiyeyê, di sala 6emîn de dixwazin êdî şer bidawî bibe û ew vegerin welatê xwe.

Di 5ê adara 2011an de li Deraya bajarê Sûriyeyê li hember rejimê xwepêşanekê dest pê kir û ji wê rojê pê ve şerê navxweyî kete sala 6emîn. Di vê demê de 361 hezar kes mirin, bi hezaran kesî jî terka welatên xwe kir.

Li gor daneyên Serokatiya Rêvebiriya Rewşa Acil û Afatê ya Serokwezîrtiyê (AFAD) li Şanliurfa, Hatay, Kilîs, Gazîentab, Kahramanmaraş, Osmaniye, Adiyaman, Edene, Mêrdîn û Meletiyê 21 konbajar û 6 jî konteynerbajar hene û li van deran 272 hezar û 13 welatiyên Sûriyeyê dijîn. Hin penaber jî li bajarên din an bi tena serê xwe û an jî bi piştgiriya welatiyan û xêrxazan hewl didin ku bijîn.

Mistefa Neccarê (42) ku li Kilîsê di konbajarê de dijî ji nûçegihanê AAyê re got ku şerê navxweyî yê Sûriyeyê kete sala 6emîn û ji bilî Tirkiyeyê hemû welat vî şerî temaşe dikin.

Neccar anî ziman ku bêwelatî tiştekî pir zor e û wiha axivî: "Înşallah aştî çêbibe û mirov vegerin Sûriyeyê. Êdî bila xwîna diherike bisekine, jin û zarok aramiyê bibînin. Ya ku hat serê gelê Sûriyeyê nehat serê tu kesî. Mirov di behran de xeniqîn, zehmetî kişandin. Ez dixwazim vegerim Sûriyeyê, lewra ew der welatê me ye."

Hesen Haccec jî got ku hêviya wan ew e ku şer biqede û ew vegerin welatê xwe.

Haccec wiha axivî: "Li vê demê de bi tenê Recep Tayyîp Erdogan piştgiriya me kir. Xwedê ji wî razî be. Em dixwazin welatên misilman ji bo ku şerê li Sûriyeyê biqede hewl bidin. Gelek jin bî man, gelek zarok sêwî man. Înşallah aştî çêbibe û em jî vegerin welatê xwe."

Suheyla Axa jî got ku di şer de 2 kurên wê mirine û ew 2 sal berê hatiye Tirkiyeyê. Axa wiha axivî: "Xwedê ji Tirkiyeyê razî be piştgiriyê didin me lê tu der mîna welatê mirov nabe."

Nusret Kuroyê ku li Sîruca navçeya Şanliurfayê dijî jî got ku ew 2 sal berê ji Kobanê hatiye Tirkiyeyê û wiha axivî: "Şert û mercên konbajarê baş e, lê em dixwazin şer heman biqede."

Aliye Yardo jî got ku ew bi 7 zarokên xwe ve hatiye Tirkiyeyê û li vir kêfxweş in. Yardo got dîsa jî ew xeyala rojên ku wê vegerin welatê xwe dikin.


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

پیام رهبر انقلاب به مسلمانان جهان به مناسبت حج 1441 / 2020
Rêkeftina sedsalê re na