Dema berhevkirina behîfan e

  • Kodê Nûçe : 743303
  • Çavkanî : ABNA
Brief

Li gundên Kantona Efrînê cotkaran dest bi berhevkirina berhemên darên Behîvê kirin.

Dema berhevkirina behîfan e


Li gundên Kantona Efrînê cotkaran dest bi berhevkirina berhemên darên Behîvê kirin.

Li Kantona Efrînê, di dawiya meha Adarê de cotkar dest bi berhevkirina Behîvan dikin. Darên Behîvê yên Efrînê bêtir li navçeyên Şiyê, Mabeta û Reco tên çandin. Her wiha baxçeyên biçûk ku bi dehan darên Behîvê tê de hatine çandin jî li wan navçan hene.

Berhemên darên Behîvê di dawiya meha Adarê de digihînin. Cotkar Behîvan berhev dikin û ji bo firotinê, dadixin bazaran.

Hinek cotkar jî Behîvan di daran de dihêlin û di meha Hezêranê de piştî ku hişk dibin berhev dikin û difroşin.

Behîvên Efrînê niha li bazaran tên firotin û Buhayê 1 kg bi 200 – 250 L.S ye. Ev jî ji bo malbatên Efrîn dahatiyeke baş e.

Tê zanîn ku Behîf û zeyta Behîfan ji mejîyê mirovan re pirr baş e. Bi taybet ji zarokan re. Her wiha ji aliyê parastina Dil û Xwînê ve ji bo gelek nexweşiyan baş e.


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

پیام رهبر انقلاب به مسلمانان جهان به مناسبت حج 1441 / 2020
Rêkeftina sedsalê re na