Jiyana sivîlan jî xistine zehmetiyê

  • Kodê Nûçe : 743586
  • Çavkanî : ABNA
Brief

Komên girêdayî opozîsyona Suriyeyê ku ENKS jî di nav de ye, bi êrîşên xwe yên li ser taxa Şêxmeqsud ku raya giştî ya navnetewî çavên xwe lê girtine, jiyana welatiyan xistiye tengasiyê.

Jiyana sivîlan jî xistine zehmetiyê


Komên girêdayî opozîsyona Suriyeyê ku ENKS jî di nav de ye, bi êrîşên xwe yên li ser taxa Şêxmeqsud ku raya giştî ya navnetewî çavên xwe lê girtine, jiyana welatiyan xistiye tengasiyê. 

Taxa Şêxmeqsûd ji roja 22 Îlona 2015’an ve ji aliyê komên çete yên girêdayî opozîsyonê ve hatiye dorpêçkirin. Ji roja 16’ê Sibata 2016’an ve jî, bi awayekî dijwar êrîşî taxê dikin. Di encama van êrîşan de heta niha gelek welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dane, gelek jî birîndar bûn.

Tevî ku agirbest heye jî êrîşên van koman didomin, her wiha gazên kîmyewî bikar tînin. Lê li hemberî van êrîşan cîhan kerr, lal û kor bûye.

Li derveyî ziyana can û mal, ji ber van êrîşan di warê jiyanî de jî, li taxê gelek astengî derdikevin. Bi taybetî di warê peydakirina pêdiviyên jiyanî de gel zehmetiyan dikişîne.

Li taxa ku 60 hezar sivîl lê dijîn û gelek ji wan ji taxên din koçber bûne û hatine, madeyên xwarinê kêm in. Şêniyên taxê diyar kirin ku di destê wan de madeyên mîna savar, birinc û nîsk heye û bi wî rengî debara xwe dikin.

Kêmbûna madeyên xwarinê mîna şîrê zarokan û sebzeyan şêniyan tengav dike. Her wiha qenînên xazê û madeyên şewatê yên petrolê gelekî kêm bûne. Êdî şêniyên taxê darên malên di encama topbaran û bombebarankirinê de xirab bûne derdixin û xwarina xwe çêdikin.

Welatiya bi navê Zihûr Mustefa têkildarî mijarê wiha got: “Ez ji taxa Elferdûs ji ber rewşa şer derbasî taxa Şêxmeqsûd bûm. Çar zarokên min hene. Ez nikarim bixebitim û gelek caran derfeta min nîn e ez xwarin ji zarokên xwe re çêbikim. Em gelek caran neçar dimînin ku konserve bixwin. Qenînên xazê nîn in û ez nikarim xwarina germ çêbikim.”

Zihûr Mustefa bang li saziyên mafên mirovan kir ku rewşa Şêxmeqsûd paşguh nekin û helwest li hemberî çeteyan deynin.

Welatiya bi navê Sîham Bîlal jî wiha axivî: “Dibe pêdiviyên me yên jiyanê kêm bin, lê belê em radest nabin û em ê li ber xwe bidin. Çi dibe bila bibe em dev ji Şêxmeqsûd bernadin”.

Fatma Şaban a ku malbata wê ji 20 kesan pêk tê jî got: “Em bi taxa xwe ve girêdayî ne. Em fêrî berxwedaniyê bûne û dev ji taxa xwe bernadin.”


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

پیام رهبر انقلاب به مسلمانان جهان به مناسبت حج 1441 / 2020
Rêkeftina sedsalê re na