"Hêza me heye ku em ewlahiya eskerên xwe yên li Başîkayê biparêzin

  • Kodê Nûçe : 743594
  • Çavkanî : ABNA
Brief

"Alîkarê Serokwezîr Kurtulmuş li Suleymaniyeyê bi welatiyan ve nimêja sibê kir.

"Hêza me heye ku em ewlahiya eskerên xwe yên li Başîkayê biparêzin

"Alîkarê Serokwezîr Kurtulmuş li Suleymaniyeyê bi welatiyan ve nimêja sibê kir.

Alîkarê Serokwezîr Numan Kurtulmuş li mizgefta Suleymaniyeyê bi welatiyan ve nimêja sibê kir û beşdarî bernameya "Hevdîtina Mîhmandarê Mezin" bû.

Piştî nimêjê Kurtulmuş pirsên rojnamevanan bersivand.

Kurtulmuş got ku gelek kesên ku temenê wan cuda, ciwan, kal û pîr hatin bal hev û wiha dewam kir: "Ji bo şehîdên me dia kirin û rehmet xwestin. Ji bo yekîtî û aramiya me dia kirin. Ji bo silametiya umetê û mirovahiyê dia kirin. Rojeke xweş e."

- "Hebûna me ya li Iraqê der barê kampa Başîkayê de ye"

Alîkarê Serokwezîr Kurtulmuş der barê operasyonên li Iraqê ya ku eskerên tirk dikin de jî wiha axivî: "Hebûna me ya li Iraqê der barê kampa Başîkayê de ye. Hêza me heye ku em li wir hebûna xwe ya leşkerî û ewlehiya leşkerên xwe biparêzin. Ji ber wê ji bo ku ewlehiya eskerên me yên ku ji bo parastina neteweyî ya Mûsilê pêk bînin li wir in, tevdîr tên dîtin."

Ji bilî Kurtulmuş Parlamenterê Burdurê yê AK Partiyê Reşat Petek, Parlamenterê Stenbolê Huseyîn Burge û Mehmet Akîf Çamli, Qaymeqamê Esenlerê Yuksel Unal, Serokê Şaredariya Esenlerê Tevfîk Goksu, Qaymeqamê Fatîhê Ahmet Umît, Serokê Şaredariya Fatîhê Mustafa Demir û gelek welatî beşdarî bernameya "Hevdîtina Mîhmandarê Mezin" bûn.


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

پیام رهبر انقلاب به مسلمانان جهان به مناسبت حج 1441 / 2020
Rêkeftina sedsalê re na