Asûryên Til Temir cejna Qiyametê pîroz kirin

  • Kodê Nûçe : 743635
  • Çavkanî : ABNA
Brief

Mala Gel diyariyek pêşkêşî Hevserokê nû yê Rêveberiya xweseriya Demokratîk a Girê Spî kir.

Asûryên Til Temir cejna Qiyametê pîroz kirin


Bi sedana welatiyên Asûrî yên bajarê Til Temir cejna qiyametê li dêra bajar pîroz kirin.

Îro ji saetên sivê ve bi sedan welatiyên asûrî yên bajarê Til Temir û gundên wê bi armanca pîrozkirina cejna Qiyametê berê xwe dan dêra bajar. Zingilên dêrê lê dan û destpêka cejna Qiyametê ragîhandin. Li gorî baweriya xiristyaniyan Naveroka vê cejnê tê wateya vegera hezretî Mesîh a jiyanê ku pêştî sê rojan li ser çarmîxkirina wî pêk hate.

Merasîm ji aliyê Oldarê Xiristyanî Baxos Îşeya ve bi xwendina beşekî ji pirtûka pîroz ku bi zimanê aşûrî yê. Beşdaran jî nimêj kir û dua kirin. Di berdewama merasîmê de beşdaran nimêj kirin.

Piştî nimêjê Berpirsyarê dêrê Baxos Îşaya axaftinek kir û bal kişand ser rola heyî ya Sûriyê û hêvî kirk u armaî û aşîtî li tevhiya Sûriya ku şer jiyan dike pêk were. Îşaya di axaftina xwe de destnîşan kir ku bi pêkanîna fedraliya Demroaktîk a Rojava-Bakurê Sûriyê ku hemû pêkhate têde beşdar bibin dê aramî û demokratsî pêk were û wê hemû beşê civakê bi biratî bi hevre jiyan bikin. Di dawiya axaftina xwe de Îşaya bal kişand ser girîngiya cejnê.

Piştî merasîm bi dawî bû, beşdar bûn rêz û nan jialiyê Şemas ve pêşkêş wan hate kirin û qurtek ji Enbît ku nîşana xwîna hezretî Mesîh dike da wan. Dema welatî ji dêrê derketin hêkên hatine rengîn kirin dan e wan. Piştî merasîmê jî welatiyan serdana malbên hev kirin.


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

پیام رهبر انقلاب به مسلمانان جهان به مناسبت حج 1441 / 2020
Rêkeftina sedsalê re na