Tirêna Kela Berxwedanê di xizmet de ye

  • Kodê Nûçe : 743902
  • Çavkanî : ABNA
Brief

Welatiyê bi navê Ehmed Hecano pirojeyek bi navê “Tirêna Kela Berxwedanê” ku ev du meh in, li ser dixebitî bidawî kir.

Tirêna Kela Berxwedanê di xizmet de ye


Welatiyê bi navê Ehmed Hecano pirojeyek bi navê “Tirêna Kela Berxwedanê” ku ev du meh in, li ser dixebitî bidawî kir.

Welatiyê bi navê Ehmed Hecano, duh meh berê li Kobanê dest bi çêkirina tirêna nava bajar kir. Hecano ku tirêna xwe ya ku navê “Tirêna Kela Berxwedanê” lê kiriye, temam kir û îro li nava bajarê Kobanê dest bi kar kir.

Ev tirên dê zarokan li nava bajêr bigerîne. Her wiha dê geştyaran jî di nava cihên berxwedanê de li muzexaneya Kobanê bigerîne.

Ehmed Hecano got ku kêf ketiye dilên zarokan ku di nava bajêr de têne gerandin, lewre ew jî ji vê yekê gelekî keyfxweş e.

Têkildarî binavkirina tirênê Hecanê got ku piştî lehengiya şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) li hemberî çeteyên DAIŞ’ê û derxistina çeteyan ji Kobanê, biryar da ku navê projeyê bibe ”Tirêna Kela Berxwedanê” da ku karibe ji aliyê xwe ve tiştekî ji berxwedana lehengan re pêşkêş bike.

Hecano diyar kir ku ew herdem amade ye bajarê xwe bi projeyên xwe yên pêşerojê xweştir bike. Hecano got ku ew dixwaze projeya bajarê zarokan a listikvaniyê çêbike.

Ehmed Hecano diyar kir ku wî ji sala 2014’an ve dest bi projeyê kiribû, lê bi êrîşên çeteyên DAIŞ’ê re sekinî û piştî ku Kobanê bi temamî ji aliyê YPG’ê û YPJ’ê ve hat rizgarkirin, careke din dest bi projeya xwe kiriye.

Tirêna Kela Berxwedanê ji 4 vagonan pêk tê û li ser tekerên lestîkî dimeşe, her vagonek 8 – 10 kesan hildigire.


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

پیام رهبر انقلاب به مسلمانان جهان به مناسبت حج 1441 / 2020
Rêkeftina sedsalê re na