‘Ji bo aştiyê kombûna olan’ destpê kir.

  • Kodê Nûçe : 746130
  • Çavkanî : ABNA
Brief

QAMIŞLO – Civîna oldarên li Rojavayê Kurdistanê ku bi dirûşmeya “Ji bo aştiyê kombûna olan” tê organîzekirin, destpê kir.

‘Ji bo aştiyê kombûna olan’ destpê kir.

QAMIŞLO – Civîna oldarên li Rojavayê Kurdistanê ku bi dirûşmeya “Ji bo aştiyê kombûna olan” tê organîzekirin, destpê kir.

Kombûna Olan ku li ser banga Yekîtiya Oldarên Misliman ên Kantona Cizîrê bi armanca sekna li hemberî binpêkirinên bi navê olan tên kirin, hatiye organîzekirin, li bajarê Amûdê bi beşdarbûna nûnerên hemû olên herêmê dest pê kir.

Civîn li salona Beylesan a Amûdê bi beşdarbûna dehan oldarên misilman, xiristiyan, elewî û êzîdî. Nunerên Êzidî û elewî yên Efrînê jî tevlî civînê bûn.

Li salona civînê nivîsên olî û qubeyek mizgeftê ya bi rengê kesek, her wiha sembola dêrê bi rengê ezmanî, bi rengê spî wêneyên laleşê hatibû danîn. Her wiha gelek nivîsên olî hatin daliqandin. Her wiha tabloyên ku ayatên quranê û gotinên pêxemberan li ser hatine nivîsandin jî hatin daliqandin.

Piştî ku dîwana ku ji 5 kesên ku 2 ji wan jin in pêk tê hat hilbijartin, civîn bi xwendina hin ayatên quranê destpê kir. Civîn bi axaftinan didome.


Nûçeyên Têkil

Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

پیام رهبر انقلاب به مسلمانان جهان به مناسبت حج 1441 / 2020
Rêkeftina sedsalê re na