Ji bo "Kebaba Dobelanan" 11 mehan disekinin.

  • Kodê Nûçe : 750370
  • Çavkanî : ABNA
Li Şanliurfayê, "Kebaba Dobelan" ya bi goşt û dobelana ku di meha nîsanê da digihê tê çêkirin, di seranserê salê da tenê di vê mehê da tê xwarin.

Ji bo "Kebaba Dobelanan" 11 mehan disekinin.


Li Şanliurfayê, "Kebaba Dobelan" ya bi goşt û dobelana ku di meha nîsanê da digihê tê çêkirin, di seranserê salê da tenê di vê mehê da tê xwarin.


ŞANLIURFA

Li Şanliurfayê, "Kebaba Dobelan" ya bi goşt û dobelana ku di meha nîsanê da digihê tê çêkirin, di seranserê salê da tenê di vê mehê da tê xwarin.

Şanliurfa, yek ji bajarên herî zêde lê kebab çêdibe ye, tehmeka wê ya cuda heye, welatiyên ku ji vê kebabê hez dikin 11 mehan li hêviyê disekinin.

Dobelana ku tehmeke xweş dide kebabê, li hin herêman wekî "sêvên bin erdê" tê binavkirin. Dobelan piştî barana biharê, di meha nîsanê da û tenê li erdê beyar digihê.

Dobelan, yek ji tehmên xweş ên bajarên başûrê rojhilat e. Kebabfiroş dobelanê bi koştê kebabê ra dibirêjin û bi navê "Kebab Dobelanê" didin ber mişteriyên xwe.

Îsal ji ber hişkayiyê dobelan zêde tune û bihaya wê jî zehf zêde ye.

-Mişteriyên wê taybet in

Hin welatî hene ku dibêjin tehma vê kebabê ji ya goşt xweştir e û mişteriyên wê jî taybet in. Bihaya kebaba dobelanê ji 20 lîreyan dest pê dike û li gor goşt û rêjeya kemeyê bihayê wê diguhere.

Kebab bi îsotên biraştî û pîvaza hişk va servîs dibe, herwiha bi şiklê servîskirinê jî mehdê mişteriyan vedike.

Mehmet Kayayê hosteyê kebabê ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ku dobelan di 12 mehên salê da tenê di mehekê da tê xwarin.

Kaya got ku çêkirina kebaba dobelanê li gor cureyên din ên kebabê bi zehmet e, çêkirina wê qasî nîv saetê dikşîne.

Kaya wiha dewam kir: "Bihaya wê li gor cureyên din hinekî zêde ye, lê dîsa jî teleb zêde ye. Dobelan îsal zêde tune, ji ber vê yekê em nikarin daxwaza hemî mişteriyan bi cih bînin. Digel vê yekê em ji bo memnûniyeta mişteriyên xwe hewl didin."

- Bihaya kîloya dobelanê du qat û nîv zêdetirê ya goşt e

Kaya destnîşan kir ku, bihaya kebaba dobelanê ji a kebabên din zêdetir e û wiha axifî: "Kîloya dobelanê niha bi 70 lîreyî ye, lê di piyasê da tuneye. Kîloya goşt bi 30 lîreyî, ya dobelanê bi 70 lîreyî ye. Porsiyonek kebaba dobelanê ya sade bi 50 lîreyî ye. Tehma dobelana ku bi goşt çêdibe xweştir e."

Ji mişteriyan Emîne Arslanê got: "Ev cara ewil e dixwum, pir xweş e.Tehma wê ji kebabên ku me berê xwaribû cudatir e."


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

پیام رهبر انقلاب به مسلمانان جهان به مناسبت حج 1441 / 2020
Rêkeftina sedsalê re na