Nîvê arşîva Osmanî hat sinifandin.

  • Kodê Nûçe : 750371
  • Çavkanî : ABNA
Midûrê Giştî yê Arşîvên Dewletê Doç. Dr. Ugur Unal ragihand ku di arşîva Osmanî ya li Stenbolê da 95 milyon belge, 400 hezar jî defter hene û heya niha nîvê van belgeyan hatin sinifandin û seba lêkolîneran hatin amadekirin

Nîvê arşîva Osmanî hat sinifandin.

 
Midûrê Giştî yê Arşîvên Dewletê Doç. Dr. Ugur Unal ragihand ku di arşîva Osmanî ya li Stenbolê da 95 milyon belge, 400 hezar jî defter hene û heya niha nîvê van belgeyan hatin sinifandin û seba lêkolîneran hatin amadekirin

KIRIKKALE

Midûrê Giştî yê Arşîvên Dewletê Doç. Dr. Ugur Unal ragihand ku di arşîva Osmanî ya li Stenbolê da 95 milyon belge, 400 hezar jî defter hene û heya niha nîvê van belgeyan hatin sinifandin û seba lêkolîneran hatin amadekirin.

"Dema ku sedema Osmanî tê gotin, beşa herî girîng a vî karî di arşîva me ya li Stebolê ye. Di arşîva me ya Osmanî ya li Stenbolê da 95 milyon belge, 400 hezar jî defter hene. Ev hemû ewraq û qeydên fermî ne. Lêkolînerên me dikarin bigêhîjin arşîva me ya ku hatiye sinifandin. Ji îro pê da nîvê arşîva Osmanî hatiye sinifandin. Dema ku lêkolîner bikevin malpera me dikarin lêgerîna ku dixwazin bikin."

Unal bal kişand ku seba lêkolîna 45 milyon ewraqên mayîn jî 30-40 salên din lazim e û ev ewraq jî envanterê bi şêweya dosyayê ne.

- Xebatên restorasyon û dîjîtalkirin

Unal diyar kir ku karê arşîvê ne bi tenê sinifandin e û wiha dewam kir, "Em ji xeynî vê, xebatên restorasyon û dîjîtalkirinê jî bilez dimeşînin. Armanca me ew e ku hemû ewraqên ku ji lêkolînê ra amade ne, bikin dîjîtal."

Unal herwisa destnîşan kir ku di arşîva serdema Komarê da jî nêzî 40 milyon ewraqî hene û karê dîjîtalkirina vê arşîvê jî bilez berdewam e û seba lêkolînan amade ye.

Unal got ku di raya giştî da nûçe dertên ku dibêjin ev arşîv girtî ne û wiha pê da çû:

"Tiştekî wisa tuneye. Ewraqê arşîvê yê ku sinifandina wî kuta dibe, demildest li ber lêkolînan jî tê vekirin. Îcar ku ev ewraqên dîrokî bin. Bi taybetî em li ser hesabên xwe yên medyaya civakî gelek belgeyên têkildarê rojevê parve dikin. Bi tu awayî kêmasiya me ya personel nîne. Vêga bêtirî 500 personelê me heye ku bi tenê karê arşîvê dikin."

Doç. Dr. Ugur Unal der barê îdiayên Gelkujiya Ermeniyan da jî wiha got, "Sinifandin çiqas diqede, hinde belge bi raya giştî ra tên parvekirin. Aniha li ser malpera me ya înternetê bêtirî 4 hezar belgeyên orjînal ên ku dê vê meseleyê zelal bikin, tevî wergera xwe hene û hûn dikarin bibînin."


Nûçeyên Têkil

Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

پیام رهبر انقلاب به مسلمانان جهان به مناسبت حج 1441 / 2020
Rêkeftina sedsalê re na