Li Zaroken Xwe Xwedi Derkevin
Bi sebeb destpêbûna sala perwerdeyê, alimên Îslamê û maqûlên civatê, di heqê zarokan de malbatan îqaz dikin
Bi sebeb destpêbûna sala perwerdeyê, alimên Îslamê û maqûlên civatê, di heqê zarokan de malbatan îqaz dikin ku li ber xerabûna exlaq û nebaşiyê, li zarokên xwe xwedî derkevin.

Alim û maqûl bal dikşînin ser vê yekê ku li mekteban exlaq xera bûye. Terbiye û edeb kêm bûye. Ji lew divê malbat li zarokên xwe xwedî derkevin. Alim û maqûl beyan dikin ku Xwedayê Teala wiha ferman kiriye: “Xwe û malbata xwe ji wê cehennemê biparêzin ku ardûyê wê kevir û însan in.” Ji lew divê li gorî destûra vê ayetê, malbat li zarokên xwe xwedî derkevin.