"Di destê DAEŞê de 5 hezar jinên êzdî û 500 jinên tirkmen hene"

  • Kodê Nûçe : 741520
  • Çavkanî : ABNA
Serokê Eniya Tirkmenan a Iraqê Erşed Salihî daxuyaniyên girîng dan.

"Di destê DAEŞê de 5 hezar jinên êzdî û 500 jinên tirkmen hene"

Serokê Eniya Tirkmenan a Iraqê Erşed Salihî daxuyaniyên girîng dan.

Serokê Eniya Tirkmenan a Iraqê û Serokê Komîteya Mafên Mirovan a Parlementoyê Erşed Salihî got ku di destê rêxistina terorê DAEŞê de 5 hezar jinên êzdî û 500 jinên tirkmen hene.

Salihî li Bexdayê di civîna çapemeniyê de got ku DAEŞ jinên êzdî ên tirkmen yên ku dîl girtine jê hinekan li Raqqaya bajarê Sûriyeyê di bazara koleyan a er-Rikê difroşe.

Salihî daxuyand ku ev yekem care ew hejmara jinên tirkmen ên ku di destê DAEŞê de dîl in eşkere dikin û wiha got: "Di destê DAEŞê de 5 hezar jinên êzdî û 500 jinên tirkmen hene."


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*