Taymiz: Êzdî û Kirîstîyanî dihên cînosayîdkirin.

  • Kodê Nûçe : 743636
  • Çavkanî : ABNA
Brief

Rojnameya Taymiz a Birîtanî belav kirîye: Piştî nemana rijêm a Sedam Husên zêdetir ji milyoneka Kirîstanîyan naçarbûne bo paraztina canên xwe ber bi Ewrûpayê biçin û Êzdî jî hevrûşî cînosayîdê bûne.

Taymiz: Êzdî û Kirîstîyanî dihên cînosayîdkirin.


Rojnameya Taymiz a Birîtanî belav kirîye: Piştî nemana rijêm a Sedam Husên zêdetir ji milyoneka Kirîstanîyan naçarbûne bo paraztina canên xwe ber bi Ewrûpayê biçin û Êzdî jî hevrûşî cînosayîdê bûne.

Li sergptar a rojnameyê hatîye: Kirîstyanî li bajar û gundên xwe ku bi hezaran salin têde dijîn, hevrûşî kuştin, revandin, destdirêjî û radûvnanê dibin û êdî egerek nemaye bo vemana Kirîstîyanîyan di Rojhilata Nvîn de.

Herweha hatîye: Zêdetir ji milyonek a Kirîstanîyan ji Îraqê revîyane, nemaze jî piştî nemana rijêma Sedam Husên. Herweha sêyeka Suryayîyan ku dûvkevtîyên Osqofîya Helelbê bûn revîyane û ji koma 160 hezar hevwelatî yên Kirîstanî tenê 40 hezar mane.

Rojnameyê amaje bo ewê yekê kir, Kirstanî hevrûşî hêrişeka berbilav bûne û li beranber evê jî welatên rojava lezê nakin ji dana mafê penaberînîyê bi wan Kirstîyanî yên Ereb ku ji Rojhilata Navîn digehin welatên rojava.

Taymiz a Birîtanî amaje bi wê yekê jî kir, ku herçende ol nabe vîze ya derbazbûnê bo Ewrûpayê, lê reftarkirin li gel kirîstîyanîyan û guncana wan li gel civaka rojava bo welatên rojava sanahîtire.

Di pişkeka din a gotarê de rojname ya Taymiz amaje bi wan tundûtîjîyan dike ku dij bi Êzdîyan dihên encamdan û daxwaz kirîye ku desthilatdarên deverê zêdtir bi pêr kirîstanîyan û Êzdîyan ve biçin.


Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*