Şam: Em rê nadin herêma federal a Kurdan were avakirin.

  • Kodê Nûçe : 746680
  • Çavkanî : ABNA
Brief

Şam - Wezîrê lihevhatina Sûriyê Elî Heyder derbarê ragihandina federalîzma Rojava- Bakurê Sûriyê de got, ne mafê ti aliyekî ye li ser erdê pirojeyên xwe ferz bikin.

Şam: Em rê nadin herêma federal a Kurdan were avakirin.


Şam - Wezîrê lihevhatina Sûriyê Elî Heyder derbarê ragihandina federalîzma Rojava- Bakurê Sûriyê de got, ne mafê ti aliyekî ye li ser erdê pirojeyên xwe ferz bikin.

Wezîrê lihevhatina Sûriyê Elî Heyder ji Rûdawê re ragihand ku ê danûstandinên Jenêvê rastî şikestê werin û operasyonên artêşa Sûriyê di şer de biserkevin.

Şanderê navneteweyî ji bo Sûriyê Stafan de Mistura li Şama paytexta Sûriyê ye û li gel Wezîrê Derve yê Sûriyê Welîd Mûelim civiya.

Stafan de Mistura ji Mûelim xwest ku agirbesta şer li Sûriyê berdewam be, lê hikûmeta Sûriyê xwe ji bo şerekî giran li Helebê amade dike.

Wezîrê lihevhatina Sûriyê ji Rûdawê re ragihand ku dijbereya Sûriyê ji danûstandinên Jenêvê şaş fêm kiriye, bi gotina wî armanca van danûstandinan avakirina hikumeta niştîmanî û nivîsandina destûreke nû ye û ne ji bo veguhestina desthilatê ye û got, dê Serokê Sûriyê Beşar Esed li ser desthilatê bimîne.

Di derbarê ragihandina federalîzma Rojava- Bakurê Sûriyê de, Wezîrê Lihevhatina Sûriyê El Heyder, eşkere kir ku ev tevdîr ne yasayî ye û berdewam nabe û axaftin li ser federalîzmê perçekirina Sûriyê ye û ne mafê ti aliyekî ye li ser erdê pirojeyên xwe ferz bikin.


Nûçeyên Têkil

Raveya Xwe Bişênin

Posteya Eletronîkî ya We Nayê Weşandin. … Pêwist bi * Hatine Nîşankirin

*

پیام رهبر انقلاب به مسلمانان جهان به مناسبت حج 1441 / 2020
Rêkeftina sedsalê re na