AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
şemî

16 rêbendan 2021

13:18:50
1106521

Operasiyona mûşekên Balistîk ên dûrbirr ên dijî keştiyên dijmin di Şerezmûna Pêxemberê mezin (S) da

Qonaxa dawîn a Şerezmûna Pêxemberê mezin (S) a Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî bi cihanîna serketî ya operasiyona stratejîk a mûşekên balistîk ên dûrbirr ên dijî keştiyên şêrr ên dijmin û jinavbirina armancan ji dûrahiya 1800 kîlomitrî pêk hat.

ABNA24 : Qonaxa duyem û dawîn a Şerezmûna Pêxemberê mezin (S) a Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî ku ji roja bihurî va li navçeya gelemperî ya besta navendî ya Îranê tê lidarxistin, sibeha îro Şemiyê bi cihanîna operasiyona stratejîk a mûşekên balistîk ên dûrbirr li dijî keştiyên dijminê xeyalî û jinavbirina armancan pêk hat.

Di vê qonaxa şerezmûnê da piştî keşfkirina mewqiya keştiyên şêrr ên dijminê xeyalî ji aliyê prgalên lêzanînan ên Hêza Hewa-Feza ya Sipahê, mûşekên balistîk ên dûrbirr ên cûrbecûr ji mesafeya 1800 kîlomitrî armancên diyarkirî yên şerezmûnê li bakurê Oqyanûsa Hndê bi awayekî serketî dan ber êrîşê û ji nav birin.

Şerezmûna Pêxemberê mezin (S) a Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî ji şerezmûnên salê ye ku qonaxa yekem a wê roja bihurî bi cihanîna operasiyona pêkveyî ya mûşekî û balefirên bêbalefirvan û temrîna êrîşa li ser erkanên berevaniyê yên dijumin pêk hat.

342/