AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
duşem

1 reşemî 2021

14:50:57
1111359

Li Myanmarê darbeya leşkerî; Artêşê bi ragihandina rewşa awarte desthilatdarî girt destê xwe

Jêderên nûçeyan ragihand,Artêşa Miyanmarê gelek ji karbidestên payebilind ên vî welatî girtine û bi xwe deshilatdarî xistiye destê xwe.

ABNA24 : Li gorî Tasnim, arteşa Myanmarê sibeha îro Duşemê got, arteşa Myanmar serokomarê vî welatî  Win Myint, serokê partiya serdest Aung San Suu Kyi û çend karbidestên din ên payebilind girtine.

Di vê navberê de Çavkaniyên nûçeyan ragihandin ku leşkerên Myanmar li kolanên paytext Naypyitaw û Yangon ji bajarên sereke yên vî welatî bi awayekî berfireh  belav bûne .

Li dû girtina karbidestên payebilind ên Myanmarê, televîzyona fermî ya vî welatî bi heceta kêmasiya teknîkî bernamên xwe çend saetan sekinandin.

Reutersê ragihand ku li Yangonê, mezintirîn bajarê Myanmarê, şebekeyên Internet û têlefonê piştî girtina serokên partiya serdest qut bûne.

Girtina rêber û serokên Myanmarê piştî aloziya di navbera hikûmet û artêşê ser encama hilbijartinên vê dawiyê li vî welatî de, pêk hat.

Artêşa Myanmar dibêje ku ev girtin wekî bersiva li hemberî ewa ku hîle û sextekarî di nav hilbijartinên dawî dide nasandin, hatine kirin.

Associated Press ji zarê televîzyona Myanmarê ku bi artêşê ve girêdayî ye diyar kir ku artêşê piştî ragihandina rewşa awarte dê salekê karûbarên welêt bigire destê xwe.

Hilbijartinên parlamentê yên Myanmarê di rewşekê de li darket ku partiya serdest ya Yeketiya Neteweyî ya Demokrasiyê di pênc salên borî de li eyaleta Rakhine ya Myanmar li dijî hindikahiya Misilman kiryarên dij mirovî yên berfereh pêk anîn.

342/