AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
în

30 avrêl 2021

14:50:25
1136418

Li Filstîna Dagirkirî di merasimeke olî de herî kêm 44 cihû mirin

Di merasimeke olî de li bakurê Filistîna Dagirkirî (Îsraîl) ku bi hezaran kes têde amade bûn, heya niha 44 kesan canê xwe ji dest dane û zêdetir ji 100 kes jî birîndar bûne, rewşa bi dehan ji birîndaran jî giran e.

ABNA24 : Li bakurê Filistîna Dagirkirî (Îsraîlê) bi deh hezaran kes beşdarî merasima olî ya bi navê Lag BaOmer bûn. Merasim şeva bihorî li Mount Meron li navçeya Galilee hatibû lidarxistin.

Medyaya Rejîma Îsraîlê di destpêkê de ragihand, stadyoma ku merasîm têde birêve çû, herifiye û ketiye xwarê, lê piştre hat ragihandin ku kesên canê xwe ji dest dane, yan fetisî ne yan jî di bin lingan de mane û canê xwe ji dest dane.

Bi hezaran cihû di wê merasîmê de beşdar bûn û bi yek ji kombûnên herî mezin li Filistîna Dagirkirî tê naskirin ji dema ku pandemiya Korona destpê kiriye.

Bi hezaran cihû li ser mezara Şemûn Bar Yûşay kombûn ku ahengeke salane ye û xelk bi dirêjahiya şevê nimêj û semayê dike. Ew mezar yek ji cihên herî pîroz e li cem Cihûyan.

342/