AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
în

25 pûşper 2021

16:48:29
1153718

Rêberê Mezin ê Inqilaba Îslamî dozeya yekem a vaksîna "Cov- Iran Barakat" stand

Rêberê Mezin ê Inqilaba Îslamî vê sibehê, dozeya yekem a vaksîna "Cov-Iran Barakat" stand û tekez kir: ‌ Divê em ji vî sefirazî û rûmeta neteweyî re rêz bigirin.

ABNA24 : Hz. ayetullah Xamineyî Rêberê mezin ê Inqilaba Îslamî îro înê piştî ku derziya vaksîna Îranî ya "Cov-Iran Barakat" li xwe xist, sipasiya gişt xebatkar û çêkirên vê vaksîna îranî kir ku bisaya zanist û azmûn û xebata bêrawestan a zanistî û pratîk bi vî karê xwe welat sefiraz kir û got: Di destpêkê de, min nexwest vaksîna ne-îranî bikar bînim, vêca min got ez ê li benda vaksîna îranî bimînim ji ber ku em divê ku ji vî serbilindî û rûmeta neteweyî re rêz bigirin û heya ku li hundur îhtîmala pêşîlêgirtin û dermankirinê hebe, çima wê bikar neynin?

Rêberê Înqilabê herwiha got: Bê guman, gava hewce be, bikaranîna vaksînên biyanî li kêleka vaksînên Îranî ne pirsgirêk e, lê divê em ji vaksîna îranî re rêzê bigirin û spasiya hemî zanyarên ciwan, kedkar û çalak di hilberîna vê vaksînê û navendên din ên ku vaksînan çêdikin bikin.

Rêberê Giranqedr ê Inqilaba Îslamî got: "Ji bilî israrkirina derheq bikaranîna vaksîna îranî, min pêdivî dizanî ku vaksîn di dewra xwe ya xwezayî de bistînim. Roja îro, şukra Xwedê kesên ser 80 salî û yên hevtemenê min, bi gelemperî vaksîn standine."

Her weha wî tekez li ser pêdivîbûna tomarkirina belgeyên zanistî û weşandina gotarên têkildarî vaksînê kir û got: ji bilî hilberandina bihêz, bilez û biwext a vaksînê, belge û gotarên zanistî ji bo cîhanê amade bikin û biweşînin da ku dinya bi xebata we ya mezin bihese.

Vaksîna  "Cov Îran Barakat" berhema hewildanên lêkolîner û zanyarên ciwan ên îranî ye û bi tazetî îzna bikaranînê standiye.

Bi stendina lîsansa bikaranîna vê vaksînê, Îran bû yek ji şeş welatên ku vaksînaa koronayê li cîhanê çêdike.

342/