AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
în

23 tîrmeh 2021

10:54:07
1162551

Rêberê Mezin ê Inqilaba Îslamî: Divê karbidest bi ciddî li pey çareserkirina pirsgirêkên Xuzistanê bin

Rêberê Giranqedr ê Inqilaba Îslamî ferman da rayedarên saziyên hikûmetî û nehikûmî ku bi ciddî li pey çareseriya pirsgirêkên gelê parêzgeha Xûzistanê û başûrê rojavayê Îranê bibin.

ABNA24 : Hz. Ayetullah Xamineyî, Rêberê Giranqedr ê Inqilaba Îslamî, îro (Înê) berî nîvro piştî wergirtina doza duyem a vaksîn "Kov Iran Barakat", işaret bi pirsgirêkên gelê Xuzistanê kir û got: Van rojên dawî, yek ji wan fukarên rastîn û bi xwm û êş, pirsgirêka ava Xûzistanê û pirsgirêkên din ên gel bû.

Rêberê Inqilabê derbarê cihneanîna tewsiyeyên berê (yên wî) derbarê pirsgirêka ava Xûzistan û kanalên şêlavê yên Ehwazê, navenda parêzgehê de gilî û gazinde kir û got: "Ger ew tewsiye û pêşnîyar hatibûn cihanîn, rewşa niha çê nedibû û sedema acizbûn û nerazîbûna gelê Xûzistanê bi van îmkan û jêhatîbûn û zirûfên siruştî û karistanên heyî yên vê parêzgeh pêk nedihat.

Hz. Ayetullah Xamineyî bi bîr xist: Gel acizbûn û nerahetiya xwe anîn ziman, lê kes nikare gazinan ji wan bike, ji ber ku pirsgirêka avê di avûhewaya germ a Xûzistanê de ne pirsgirêkek piçûk e.
Rêberê Mezin ê Inqilaba Îslamî amaje bi hebûna dilsozane û fedakarane ya gelê Xuzistanê li pêşberî pirsgirêkên heşt salên parastina pîroz kir û got: "Pêwîst bû pirsgirêkên hanê ji vê gelî re çê nebûna û eger ser wextê xwe de pirsgirêkên gel bihatana çareserkirin ev rewş çê nedibû. "

Hz. Ayetullah Xamineyî di vî halî de ji gel xwest ku li ber komployêmdijmin hişyar bibin û got: Dijmin dixwaze her tiştî li dijî şoreşa Îslamî û welat û berjewendiyên gel bikar bîne, vêca ji ber vê yekê divê gel baldar bibe ku ti mihane û  hincetek nekeve destê dijmin.

Rêberê giranqedir ê Înqilaba Îslamî her wiha sipasiya hewildanên komela kedarên warê tendirustî û dermankirina nexweşiyan kir ku bi cidî ji bo tinekirina nexweşiyan dixebitin, nemaze hewildanên zanyar û lêkolîneran di warê hilberandina vaksînên navmalî de pir bi qedr da zanîn û tekez kir ku pêdivî ye berdewamiya şopandina protokolên tendirustiyê daku ev nexweşî (korona) kokbir bibe.

342/