AhlolBayt News Agency (ABNA)

source : Sahartv
sêşem

31 gulan 2022

3:57:07
1262445

Serleşker Selamî: Em ê tola şehîd Seyad Xodayî bistînin

Fermandarê gişt ê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî got: Em ê tola xwîna şehîd Hesen Seyad Xodayî ji Rejîma Siyonîst bistînin.

ABNA24 : Berevanê heremê sehengê pasdar Hesen Seyad Xodayî roja Yekşemiya derbasbûyî li Tehranê kete ber cinayeta terorîstî ya dije-înqilabê û sebebkarên ser bi istikbara cîhanî û şehîd bû.

Serleşker Husên Selamî, Fermandarê gişt ê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî di hevdîtina di gel malbata şehîd Hesen Seyad Xodayî da got: Şehîd Xodayî di halekî da ku kesekî nenaskirî bû û gel ew nas nedikir, lê bi îzna Xwedê bi yekcar teqînek li cîhanê qewimî û şehîd Seyad Xodayî weke rojê di bilindahiya cîhanê da teyîsî.

Fermandarê gişt ê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî bi gotina vêya ku mezinahiya vî şehîdî ewqas e ku dijmin bi şehîdkirina wî xwe serkeftî dibîne, got: Dijmin ji dilê Koşka Sipî û Til Avîvê bi mehan û bi salan şehîd Seyad Xodayî şopand da ku di nuqteyekê wî şehîd bike.

342/