Iraq di warê ewlehiyê de rojên aram derbas dike, lê di warê siyasî de hê aramî li vî welatî serwer nebûye.
Li gorî rapora ajansa nûçan a IRIB News`ê, “Muhemed Helbûsî” piştî hevdîtina bi Jeanine Hennis-Plasschaert (Cenîn Hênnîs-Plasxart) nûnera taybet a sekreterê giştî yê NY li Iraqê, biryar da ku dest ji kar berde.
Roja duşemê Helbûsî û Hennis-Plasschaert pêşhatên dawî yên rewşa siyasî li Iraqê gotûbêj kirin.
Di civîna roja Çarşemê ya Parlemana Iraqê de, biryar e mijara desjikarberdana Helbûsî bikeve rojevê û li ser wê dengdan li darkeve û cîgirê serokê parlemanê were bijartin.
342/